Parlemana herêma Kurdistanê sala 2009'an roja 17´ê Kanûnê wekî roja ala Herêma Kurdistanê diyar kiriye. 17´ê Kanûna 1947'an ala Komara Kurdistanê li Mehabadê hate bilind kirin. Ala komara Mehabadê û ya Herêma Kurdistanê ne wekî hev in, lê desthilata Başûr û aliyên nêzî wan ku xwe weke milîger nîşan didin, ala herêmê wekî ala neteweyî ya Kurdan û Kurdistanê ferz dikin.

Di dîroka Kurdistanê de gelek şoreş serhildan çêbûne, her yek ji wan xwediyê sembol û taybetmendiyên xwe yên cuda ne. Piştî bipêşketina zîhniyeta dewleta neteweyî û avakirina komek dewletên neteweyî li ser axa Kurdistanê, zîhnyeta dewleta neteweyî di nav Kurdan de xurt bû. Mijara ala neteweyî ya Kurdan piştî avabûna dewleta neteweyî ya Tirkan, bûye rojev. Komek nivîskar û têkoşerên Kurd li Stenbolê di bin bandora zîhnyeta dewleta neteweyî, mijara çêkirina ala neteweyî vekirine û ji bilî tevahiya gel, ev biryar pêk anîne. Bêguman ev biryar jî ne rewa ye û nakeve çarçoveya prensîpên neteweyî ya demokratîk. Heger komek hewl dide rêxistineke xwe ava bike, mafê wan heye al û sembolên xwe jî diyar bikin, lê mafê wan tine ji derveyî vîna gel û civakê sembolek yan alekê ferz bikin.

Gelê Kurd ku pirranî li ser axa Kurdistanê dijî, welatê wî hatiye dagirkirin û parçe kirin. Heger ev gel bixwaze xwediyê aleke neteweyî be, divê kongreyeke neteweyî lidarbixe û bi amadebûna hemû nûnerên rêxistinên cur bi cur a vî gelî biryarek wisa were dayîn.

Di sedsala 20'an de "ala neteweyî" hatiye çê kirin, lê ti rêveberî û hikûmetek Kurd û Kurdistanî wekî ala xwe ya fermî nepejirandiye. Her yek ji hikûmeta Memleketa Kurdistanê li Silêmanî, Komara Araratê, Komara Kurdistanê li Mehabadê û serhildanên wê demê xwediyê alên xwe yê cuda bûn. Ev alaya niha ku rengê wê Sor, Sipî, Kesk û zer e, sala 1998'an bi biryara Parlemana herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin. Dema ku ev biryar hatiye dayîn, parleman di bin dest û bandora alîyekî de bû. Sala 1996'an bi alîkariya rejîma Iraqê ji aliyê PDK´ê ve hatibû dagirkirin.

Mafê rêveberiya herêma Kurdistanê ye ku alek ji bo herêma xwe diyar bike, lê divê bi biryara civakê be. Dema ku ala herêmê hatiye ferzkirin, rêveberiyeke rewa tine bûye û nûnerên pirranî rêxistinên Başûrê Kurdistanê di parlemanê de ne amade bûn. Ji ber vê jî niha gelek pêkhateyên herêmê wekî ala xwe lê nanerin.

Ew dibêjin, em li ser vê axê dijîn, lê ev ala ne aleke niştimanîye û cudahiyan di nav xwe de nahewîne.

Ji aliyekî din ve jî ev ala ji aliyê pirranî Kurdên parçeyên din ên Kurdistanê û gel û pêkhateyên din ên li Kurdistanê dijîn, nehatiye pejirandin. Rojavayê Kurdistanê ku bi vîna civakê rêveberiya Konfederalîzma demokratîk ava kiriye, ala û sembolên xwe jî diyar kirine. Her wisa rêxistin û partiyên Bakur û rojhilatê Kurdistanê yên li qada tekoşînê ne, xwediyê ala û sembolên xwe yên taybet in. Lê min qet nedîtiye ala û sembolên xwe wekî yên gel û welat bi nav bikin û ferz bikin.

Heger rêveberiyek bixwaze bibe xwediyê alekê ji bo herêma xwe, divê ew al bi biryar û vîna civakê were diyarkirin.

Lê nêzîkatiya hikûmeta herêma Kurdistanê û rêxistinên xeta PDK/YNK´ê ji derveyî rê û rêbazên demokratîk û vîna gel in.

Ferzkirina alekê û pîrozkirina wê, ji zîhnyeta desthiltxwaz û serdest tê. Zîhnyeta desthilatxwaz jî, ji derveyî vîna gel, ji dervey biryara gel desthilatdariya komekê feriz û pîroz dike. Li berçav derbas nekirina cudahiyên civakê û pêkhateyên cur bi cur ên ku li ser vê axê dijîn, rê li pêş avakirina desthiltdariyeke navendî û hegemonparêz vedike.

Ferzkirina alayeke wekî ala gel û welat ku ji derveyî vîna gel hatibe diyarkirin, girêdayî zîhinyeta dewleta neteweyî ye.

Li gorî nihêrîna min, desthilatdariya Başûr negihiştiye asta neteweperistî. PDK/YNK ku nûneratiya vê xetê dike, ne xwediyê hemû prensîpên neteweperestî yan nijadperistî ye. Ev xet, xeta eşîretparêz û malbatparêzî ye. Tişta ku vê xetê bi Kurdistanê û Kurdan ve girê dide, desthilatxwazî û bazirganî ye li ser milê vî gel û welatî. Lê ev desthilat xwediyê hinek taybetmendiyên zîhnyeta nijadperestî û dewleta neteweyî ye.

Zîhnyeta dewleta neteweyî tê bipêşxistin ji bo ku desthilatdariya komekê, eşîrekê an malbatekê were parastin.  Çiqas jî dewleta neteweyî ya Kurdan tineye, lê desthilatdariyek biçûk heye û li ser civakê xwe ferz dike û xulamtiya desthilatdariyeke mezintir dike. Ji bo bipêşxistina zîhnyeta dewleta neteweyî ya vê desthilatdariyê, pêdivî bi tinekirina cudahiyên civakê heye. Ji ber vê jî li Başûrê Kurdistanê mirov sîstemekê dibîne ku yek reng e; eşîrek, serokek, alek, neteweyek, partîyek, zarawayek, sirûdek...hwd cihê hemû reng û dengan girtiye.

Ev sîstem ne li gorî pîvanên demokratîk û mirovatiyê ye, ne li gorî welat û civakeke azad û demokratîk e.

Biryara avakirina sîstemeke rêveberiyê, di destê civakê de ye. Divê civak jî sembol û alên xwe li gorî cudahiyên civakê diyar bike. Her biryarek ji derveyî vîna civaka demokratîk be, ne rewa ye.