Peyva „neo“ peyveke grêkî ya kevn e. di wateya“nû, ciwan û teze“ de ye. Bi navnetewî tê bikaranîn. Bi taybetî jî ji bo tiştên kevn û dema wan derbazbûyî yan jî şorbeya kartûbûyî bi nû ve pêşkêşkirinê tê bikaranîn. Wekî neonazî, neoosmanî û hwd. Yanê dîroka bi qirêj ji nû ve bi şûn ve zivirandin e.
Di rastiyê de tevgera Erdogan serê wê dikişîne, ne tevgereke nû ye. Peyva „neo“ bîne pêş osmaniyan jî, ew paşverûyên ji osmaniyan wêda ne. Ew fêlxirab û qirêj in. Partiya wan li ser paşverûtiya dema feodalî, tarîqatên nijadperest û rûpelên toz û gemara osmaniyan rûniştiye. Dema hekimên cihanê yên wek DYA û NATO yê hinek ava bi CIA û fetulahî lewitî berdan ser wê mîrata qaşo kirine partî, bi carê ve wek xiyarên li ser kundiran lûlkirî lem avêt û ji mêjiyên, nod sal in, hatine tevizandin re, bû hêvî.
Dema Erdoganê maşiqê kesayetî û mêjiyê xwe yê tevizî, li pey hev di hilbijartinan de bi serkeftinî derket û dewlet jî bi tevahî kire bin destê xwe, êdî xwe di neynika dêvan de wekî şahînşahê cihanê hesiband. Lê tenê Tevgera Azadî wek kelemekê li pêş wê maye. Dema dît ku DYA, Îran û welatên din ên ku li pey hin hesabên kûr û demdirêjin, ji ber berjewendiyên xwe, ji kirinên wî re çav digirin. Ji ber ku kesayetiya wî ne di wê têgihîştin û kemilandinê de ye, dest bi fermana belakirin, kuştin û tasfiyekirina Kurdistaniyan kir.
Ew Erdoganê ji ber wê kesayetiya xwe ya nerûniştî ya neo paşverûtî ku bi sendrûme serkeftinê ketiye rewşeke narsistê şizofren, bê veşartin xwe wek padîşahê osmanî û hemû welatên ereban jê wekî tebaya osmaniyan dibîne û wisa diaxive. Wekî minak: Ji bo pirsgireka Suriyê gotibû: „Ew pirsgirêka me ya nevxweyî ye.“ Dîsa hiquqa nevnetewî binpêdike û êrişê axa dewleteke din (iraq) dike. Hêviya me ew e ku ew rûgirtin, quretî û çalima wî, aqubeta Saddam bîne serê wî.
Di vê roja aşitiyê de mirov nikane ji wî re minafiq jî bibêje, heşa minafiqan, lewre minafiqtî jî xwedanê hin rêbaz, şeref û exlaqekê ye. Minafiq jî bi minafiqtiya xwe ranabe roja remezanê êrişê mirovan nake, malbatekê bi zarokan ve qetil nake. Minafiq jî, mirovên ku dixwazin aşitiyê bîne, pêşî li kuştina mirovan bigire, nakuje. Minafiq jî nabêjin, emê cejna filankesê pîroz nekin. Minafiq jî wisa li lûtkeya çiyan rûnanin û ji tengalê navêjin., bi awayê wî wisa neopaşverî, neoxwînxwariyê nake.
Pêncşemiya derbazbûyî roja aşitiyê bû. Divîbû di roja aşitiyê de li her warî bi awayekî aşitiyane bihata tevgerandin. Li cihanê piraniya serokwezîr û serok-komarên cihanê peyamên aşitiyê dan (Welo niyet û kirinên hinekan tersê wê jî be.) Lê Erdogan li Stembolê polîsên xwe yên jî artêşa îmamên bêîman û ne mirov bi şêwazeke xedarî û xwînxwarî gijê ser mirovên ku dixwestin peyamên aşitiyê ragihînin bala cihanê û gelê Tirkiyê, kir.
Çapemeniya di bin fermana xwe de xist rewşeke wisa ku di roja aşitiyê de tu gotar û nivisandinên li ser aşitiyê, rawestandina rijandina xwînê û kuştina mirovan di nava rûpelên wan de tune. Nivisên wan bi tevahî li ser dijminahiya mirovan, bi taybetî jî têkbirin û kuştina Kurdan in. Nivisên li ser dek û dolabên parçekirina Kurdan e.
Dema mirov li axaftin, tevger û gotinên Erdogan dinêre, tenê Kurdên ji wî re serî çemandî wek dûvikçiyan ji her tiştê wî re „erê“ dibêje. Ango ketina nava Kurdên spî jî bes nabîne, dixwaze ew Kurdên sipî jî wek koleyên berê di bin fermana wî de bin û çawa bixwaze bikane bi wan bilîze. Ango aşitiya Erdogan tenê koletiya mirovan e. Ne ku li hevkirina gelan, avakirina peymaneke civakî ye.
Di vê roja aşitiyê de dil dixwest ku hemû çekên dijminê mirovahiyê têkbiçûyana. Li tevahiya cihanê şer rawestiyana, mirovan biryar bidana ku her tişt wek birayan li hev parvebikirana. Lê hetanê tîranên dijminê azadiyê û aşitiyê heben, wê hatina aşitiyê jî gelek dijwar be. Ez di vê roja aşitiyê de şehîdê aşitiyê gernasê nemir Yildirim Ayhan bi bîr tînim, di kesayetiya wî de li hemberê hemû şehîdên aşitiyê rêz digirim.
Ez di wê beweriyê de me wê berxwedan û tekoşîna gelê Kurd wê dijminên aşitiyê û mirovahiyê yên wekî Erdogan û çapemeniya wî bi tenê pêşenavê wanên „neo“ bi şûnve daxîne nava qirêjiya dîrokê û di wir de bifetisîne.
Têbinî: Ez cejna Remezanî ya hemû Kurdan pîroz dikin.