Li bajarê Elmanyayê Landauyê pêr bi hevkariya Koma Xebatê ya Rojava (Arbeitskreis Rojava) û civaka Kurd a li Landauyê Roja çlakiyê ya Rojava organîze kir.

Roja çalakiyê li Universum Kino bi rê ve çû.  Bi temamî di çalakiyê de qederê 150 kesî beşdar bûn. Meclîsa Xwendekaran a (AStA) Zanîngeha Landau û Aufstehen gegen Rassismus Südpfalz e.V. (Komeleya li dijî nijadperestiyê ya Herêma Başûrê Pfalzê) Weqfa Jinên Azad a Rojava (WJAR), Hevdîtina Vekirî ya Femînîst a Landau (Ofemi), Unikino Landau, Hevdîtina Vekirî ya Dij-Faşîst a Landau (OAT), Komeleya Xwendekakarana a Landau Fatal e.V. û Universum Kinoyê destek da çalakiyê.

Danasîna Rojava û filma Fermandar Aryan

Di axaftina destpêkê ya roja çalakiyê de Koma Xebatê ya Rojava behsa pirsgirêka Kurd kir. Di axaftinê de dîroka berxwedanan Kurdan ji mîtolojiyan Newrozê, Kawayê Hesinkar li dijî Dehaqê zalim ve hat vegotin. Xasma jî behsa Tirkiyeyê hat kirin bi gotinên, “Hizra li ser xwe ya Tirkiyeyê weke netewe dewlet, ku vekirina wê ya qaşo a demokratîk di dema hevdîtinên endametiya Yekîtiya Ewrûpayê de û vegera li Tirkiyeya modern a nû, nîşan didin bê ka çima pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke Yekîtiya ewrûpa û Elmanyayê ye jî.”

Piştî axaftina destpêkê, nûnera WJAR´ê behsa Şoreşa Jinê ya li Rojava kir. Wê her wiha bal kişand ser sîstema perwerdeyî ya li Rojava û got, “Piştî liberhevgirtina sîstemên dibistanan ên dinyayê, Rêveberiya Xweser biryar da ku sîstemeke karîger bi cih bike ya ku zexta xwegihandina astên cihê ferz nake.”

Di dawiya roja çalakiyê de belgefilma  “Commander Arian (Fermandar Aryan)” a Alba Sotorra hat nîşandan. Di dema nîşandana filmê de Koma Xebatê xizmeta miqatebûna li zarokan jî da. Filmê tesîreke mezin li beşdaran kir.

 

 LANDAU