Li bajarê Dortmund ê Elmanyayê, bi wesîleya Roja Dayikan, Meclîsa Jinan a Rozerîn semînerek pêk anî.  Semîner, di şexsê Dayika Uveyş û Berfo de diyarî hemû dayikên Kurd ên Rojhilatê Kurdistan û Kobanê hat kirin.  Nuda Welat di semînerê de axivî û got ku di serî de roja dayikên Kurd ên zarokên xwe winda kirine û hemû dayikan pîroz dikin.

Li Taxa Ishoj a Danîmarkayê jî Komeleya Jinên Kurd bi munasebeta Roja Dayikan şahiyek organîze kirin. Beşdarbûna bernameyê gelek zêde bû û berdevka Komeleya Jinên Kurd Zelîha Tîtrek di axaftina xwe ji dayikên şervanên azadiyê re silav şand.

Di şahiyê de dayika salê hat hilbijartin. Dayika Kewê Goksu ku bi salane di xebatên têkoşîna azadiyê de cih digire hat hilbijartin.  Goksu hat xelatkirin û roja wî hat pîrozkirin. 

Li Den Haagê jî  li Navenda civaka Kurd a Demokratîk roja dayikan hat pîrozkirin û taştê hat dayîn. Pereyê ji taştê hat, ji dayikên Kobanê re hat şandin. Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Hollandayê Aliye Varto di taştê de axivî û got: “Ez roja dayikên şehîdan û hemû dayikan pîroz dikim. Dayikên me hem jin û hem jî şervan in.” Varto bal kişand ser girîngiya hilbijartinên parlamenteriyê yên Bakurê Kurdistanê. 


 DORTMUND/DEN HAAG