Gelek rêxistin û komeleyên li Osloyê bang kirin ku 20’ê Çileyê bibe Roja Efrînê ya Cîhanî.

20´ê çileya par dewleta Tirk a dagirker bi 72 balafirên şer êriş bi ser kantona Efrînê.Xelkê Efrînê li gel şervanên xwe 58 rojan şer kir û li berxwe dan.Gelek dostên Kurdan siyasetmedar û nivîskar bi wesileya salvegera berxwedana Efrînê li navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Osloyê daxuyanî dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hat gotin:Herêma Efrînê beriya êrişa Tirkiyeyê ya Çileya par, herêmeke ewle bû.Piraniya gelên li vê herêmê Kurd in. Hin Ereb û Tirkmenên ji ber şerê li Sûriyeyê ji cih û warê xwe bûn.Heta ku Efrîn dagirkirî be, nepêkan e ku aştî li herêmê bi cih bê.”

Lazime Tirkiyê hêzên xwe vekşîne

Di dawiya daxuyaniyê de îşaret bi êriş û dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin û ev bang hat kirin, “Efrîn hîn jî dagirkirî ye. Ji bo Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî ji Efrînê vekişîne, em bang li Neteweyên Yekbûyî û welatên endam hemûyan dikin ku zextê li Tirkiyeyê bikin.Ji ber vê yekê, em bang li partiyên siyasî, sendîka û saziyên din hemûyan dikin ku 20’ê Çileyê weke Roja Efrînê ya Cîhanê nas bikin û destekê bidin.”

 

ANF/OSLO