Bi boneya Roja Çalakiya Cîhanê ji bo Heskîfê ya Duyemîn li Heskîfê, Bexdayê, gelek bajarên bajarên Ewrûpa, li paytextên mîna Washingtonê çalakî bi rê ve çûn. Yek ji çalakiyan jî li bajarê Elmanyayê Frankfurtê bû ku navenda rojnameya me jî nêzî wê ye.     

Parêzvanên jiyanê li Heskîfê bi heman minasebetê hatin gel hev û gotin, “Heskîf hêviya me ye, hûn nikarin hêviya me bi dînamîtan hilweşînin.” Di çalakiyê de hat diyar kirin ku wê ji 10 hezar kesan zêdetir mirov jî neçarî koçberiyê bên kirin. 

Li ser navê parêzvanên jiyanê Serokê Federasyona Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat ên Xwezayê, Abdulhakim Taş, daxuyanî da û got, Heskîf ne tenê di milê dîrokî de, di heman demê de di milê çandî û mîtolojik de jî pirr girîng e û wiha peyivî, “Di mîtolojiyê de dema Roj û agir tê azadkirin, agir bi avê nayê vemirandin. Li bendê dimînin ku xwe bi xwe vemire. Îro bi bendava Heskîfê, Heskîf di bin avê de te hiştin. Dixwazin Roja gelê herêmê bi Ava Çemê Dîcleyê vemirînin. Bi vê yekê pira di nava îro û paşerojê de wê bê qutkirin. Heskîf hêvî û pêşeroja me ye. Em destûrê nadin ku hêvî û pêşeroja me tarî bibe."

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan jî bang li her kesî kir ku li gel şêniyên Heskîfê ji bo parastina Heskîfê têbikoşe.


Ilisuyê rawestînin

Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê jî bi dehan Kurdistanî û parazvanên dîrok û hawîrdorê yîn Elman û endamên koma piştgiriya bi Kurdistanê re bi şîara avakirina bendava Ilisu bidin rawestandin, li meydana Hauptwache çalakiyek li dar xistin. Di dema çalakiyê de îmze jî hatin berhevkirin li dijî şirketa Holandî ya şêwirmediyê ji Hikûmeta Tirk re li ser avakirina bendava Ilisu dike. Di dema çalakiyê de yek ji varyantên çîroka Rustemê Zal bi Kurdî û Elmanî hat gotin ku behsa hilweşîna pira Heskîfê dikir. 

Xelkê hawîrdorê, Elman û biyaniyan elaqeyeke mezin nîanda, li wêne û gahdariya nihêrîn û li ser mijarê ji çalakgeran agahî xwestin û li axaftinan guhdarê kirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN