Îro li hemû dinyayê, "Roja Kobanê" ye... Bajarek gelo çawa, bi çi rengî li ser hemû dinyayê bandorê datîne û ew wargeh wek hêlîna exlaq, hêlîna miravahiyê tê dîtin û binav dibe? Taybetmendiya Kobanê çiye gelo?
Hemû entelektûelên dinyayê, hemû ramangerên bi nav û deng, hemû zanyarên ku li ser însanetiyê bandoreke erenî danîtine, tevahiya wan çawa dibe ku ji bo vê "wargeha bênav" xebat dikin, di nav kêferatê de tevdigerin û nivîsên xwe, zanîna xwe, ked û karên xwe ji bo vî cihê xerç dikin?
Çawa dibe ku, li hemû dinyayê medyayên fermî, civakî an jî medyayên bezirganiyê berê xwe didin Kobanê û xwe digihînin nava şerê, ji bo ku tevî jin û xortên ew bajara biçûk reportan çêkin di nav şer û mercên talûke û dijwar de xwe derbas dikin Kobanê, di eniyên şerê de digerin, di bin xetereya rasthatina guleyan de belgefilîm, nûçe û hwk çêdikin? Em hemû van xebatan dibînin, hemû temaşe dikin...
Çawa dibe ku li hemû dinyayê sazî û dezgehên sivîl li ser piya ne û roj bi roj ji bo Kobanê belavokan belav dikin, çalakiyan pêk tînin, dengên xwe bilind dikin, bi kelecanî û bi çoşeke mirovî, ji hikûmet û dewletên xwe re bangawaziyên xwe diqîrin, hawar û hawar ji bo Kobanê xwe di nav hewldanan de diwestînin?  (Êdî ez dewletên xwedî hêz û xwedî çek tevî van pirsiyarên xwe nakim, ji ber ku ew tişt têdikeve nava siyaseta dinyayê, di beşa siyaseta qirêj de dimîne, di vî qadî de niqaşên beredayî bi tonan e, li devê her kesî û her beşa siyasetê de wek benîşteke zeliqî wêde virde dizeliqe. Mijara min, ji bo çalakî û hewldanên ku tenê ji mirovan der tê û tenê bi sazî û dezgehên sivîl û di qada ramangerî, hunerî û wijdanî de diqewimin, ew e...)
***
Belê, hewdaneke wisa mirovî ku, heta niha çend mînak jî nîn bû, îro ji bo Kobanê tên jiyan. Ramanger, hunermend, rojnameger, kesayetiyên mamoste yên akademiyan, fêylesof, zanyar û hwd. li tevahiya cîhanê her kes û her warî de peyandinek heye ji bo Kobanê.   Ji ber ku Kobanêyan, nirxên însanetiyê ji bo însanetiyê ji nû ve bibîr tînin û ji nû ve binav dikin.
Ji ber ku Kobanê, ji hemû mirovahiyê re, mirovbûna mirovahiyê dihêsîne. Ji ber ku, ew zanîn û hêviyên mirovahiyê, bi şîdet tundiya kapîtalizmê ve ji bo însanetiyê hatibû veşartin, Kobanê ewana ji bîrê derdixe. Ji ber ku Kobanê, dengek û klamek e, û ew deng û ew dengbêjî, ji bo hemû mirov û mirovahiyê xweşdengek e... Ji ber ku bûyerên li Kobanê ne tenê şer e, li Kobanê pêhesiyayek der tê û bi vî hawî, bêhna mirovbûnê vedibe. Ji ber ku li Kobanê, hevjiyanek şîn dibe, pîvanên mirovbûn û civakbûnê ji nû ve tê hîskirin û nivîsandin. Her wisa li Kobanê însan, bi nirxên şarezayiyê ji nû ve dibe "ÎNSAN..." Ji ber van yekan jî îro Roja Kobanê, ango roja xelasbûna însanetiyê bixwe ye... Pîroz be...