Roja Kobanê Pîroz be...

Haberleri —

Pîrozbahiyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, li bajarê Goteborg ê Swêdê dest pê kirin. Li Danîmarkayê, çalakiyên ji bo Rojên Rojava doh dest pê kirin. 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Moskowayê hate pîrozkirin

Li ser banga Şaxê Goteborgê yê Partiya Çep, Komîteya Rojava û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Goteborgê pêr bi qasî 1200 kes li ber Şanoya Mezin li hev civiyan. Girseya gel Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê silav kir û bi qîrîna dirûşmên li dijî AKP û dewleta Tİrk ber bi meydana Gûstav Adolf ve meşiya. Li pêşiya meşê, Koma Govendê ya Sema, lîstikên ji govenda Kurdî pêşkêş kir. Li kolanên Goteborgê dirûşmên “Bijî YPG/YPJ”, “Bijî berxwedna Kobanê”, “Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime”, “Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê vekişînin”, “Kujer Erdogan”, “PKK gel e gel li vir e” û “Bijî Serok Apo” deng vedan. Swêdiyan jî destek dan çalakiyê. Li pêşiya meydana Gûstaf Adoldf, koma govendê ya ji Bolîvyayê, bi lîstikên xwe yên gelêrî girseya gel pêşwazî kir.

Li qada mîtîngê, bi wesîleya salvegera berxwedana Kobanê peyama PYD’ê hate xwendin. Piştre li ser navê Asûrî-Suryaniyan Peder Abraham Garîs, li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Abdullah Devecî, li ser navê Komeleya Ermeniyan Katrîn, ji Partiya Çep Nîna, ji Komîteya Rojava ya Goteborgê Nîklass Karlsson axivîn. Di pîrozbahiyê de komên govendê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Di vê navberê de, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê, wê di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de Kurdistanî, dostên wan û parêzvanên mafên mirovan xwepêşandanekê li Stockholmê li dar bixin. Xwepêşandan wê îro saet di 18:00 de li meydana Marîtorgetê dest pê bike û beşdar wê piştre heta Meydana Medborgarplatsenê bimeşin.

Li Danîmarkayê Rojên Rojava 

Li Danîmarkayê, çalakiyên ji bo Rojên Rojava dest pê kirin. Çalakî wê sê rojan dewam bikin.

Rojên Rojava, ji aliyê Komîteya Rojava ve tê organîzekirin, ku ji ciwanan û aktîvîstên Danîmarkî pêk tê. Salona Verdens Kulturcenter a Kopenhagenê, ku wê malovaniyê ji Rojên Rojava re bike, bi rengên ji çanda Kurd hat xemilandin.

Rojên Rojava bi nîşandana pêşangeha bi navê “Dîroka şoreşa Rojava” dest pê kir. Aktîvîteya duyemîn a heman rojê jî, resepsiyona danasîna pirtûkên “Konfederalîzma demokratîk”, “Li Kurdistanê şer û aştî”, “û “Azadkirina jiyanê; şoreşa jinê” yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû, ku ev pirtûkên wî di encama xebateke bi mehan de ji aliyê komîteyona amadekar ve bi zimanê Danî ve hatin wergerandin.

Di dewama Rojên Rojava de bi însiyatîfa doktor û hemşîreyên Kurd ên li Danîmarkayê berhemên hunerî hatin firotin, ku wê bi hatineyên wê kelûmelên tibî jib o nexweşxaneyên li Rojava werin kirîn. Piştre stranbêj derketin ser dikê û xwarina ji mutbexa Kurdan hate nasandin. Çalakiyên roja destpêkê bi nîşandana lîstiya ‘Egîd’ a koma şano ya bi navê Koma Şehîd Yekta, qediya.

Tevî Kurdên li Danîmarkayê dijîn, aktîvîst, siyasetmedar û şexsiyetên Danîmarkî jî eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyan dan. 

Rojên Rojava bi çalakiyên çandî, hunerî, semîneran û nîşana filman îro û sibe jî berdewam bike. Hunermendê Kurd Diyar Kalan, Grûp Eftelya û Fûat Kalay jî wê di dawiya Rojên Rojava de konserê bidin.

Li Moskawayê pîrozbahî

Kurdistaniyên li paytexta Federasyona Rûsya Moskowayê dijîn, 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi civînek li Mala Kurdan pîroz kirin. Tevî rêveberên Otonomiya Çanda Kurd, nûnerên Tevgera Jinên Kurd û Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê li Federasyona Rûsyayê Rodî Osman, gelek kes tevlî civînê bûn. Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir.

Nûnerê Rêveberiya Xweser Rodî Osman li civînê axivî, 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û êrîşên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî Kurdan tên kirin, şermezar kir.

Her wiha Seroka Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowayê Tare Kadir  axivî û got, “Gelê Kurd bêyî xwe bi deverekê ve girê bide, têkoşîna xwe bi hêza xwe meşand û gihîşt wê astê ku jiyana azad ava bike. Berxwedana li Rojava bi taybetî ya li Kobanê mînaka vê yekê ya şênber e.“ 


NAVENDA NÛÇEYAN

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.