183 akademîsyan, rawşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên Kurd ku bersiv dan banga KCD, BDP, HAK-PAR û KADEP'ê wê îro li Amedê ji bo “Konfernas Kurdistana Tirkiyeyê” li hev bicivin. Bi vê konferansê tê xwestin ku beriya Konferansa Netewî ya Kurd a çav li rêye di cotmehê de li başûrê Kurdistanê bê lidarxistin, yekitiya Kurdan bê avakirin û tevkariyê bidin çareserkirina pirsgirêka Kurd.
Gelek akademîsyên, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên Kurd li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Partiya Aştî û Demokrasiyê(BDP), Partiya Maf û Wekheviyan (HAKPAR) û Partiya Tevkar a Demokrasiyê (KADEP) wê sibê li Amedê bi rojeva “Yekitiya Neteweyî” li hev bicivin.
Di konferansa ku li Amedê wê li beriya Konferansa Neteweyî ya bi tevlibûna sazî û dezgehên Kurdên li Îran, Tirkiye, Iraq û Suriyeyê wê bê lidarxistin de wê girîngiya yekitiya Kurdan û statuya Kurdan bê nîqaşkirin. Di konferansê de wê mijarên wekî yekitiya Kurdên li Tirkiyeyê, pêşniyarên hevpar ên Kurdan yê ji bo makeqanûna nû, rawekirina statuya Kurdan û mijarên ku di Konferansa Neteweyî de dê bên rojevê wê bên nîqaşkirin. Her wihawdê piştî konferansê ji nûnerên hemû saziyan wê komîsyonak bê avakirin û encamên konferansê jî wekî pirtûkekê dê bê çapkirin.
“Konferansa Kurdistana Tirkiyeyê” ku dê Otêla Class ya li Amedê bê lidarxisten wê bi tevlibû sazî û partiyên Kurdan yên wekî KCD, BDP, HAKPAR, KADEP, TEVKurd, Tevgera Kurd a Şoreşger û Demokrat, (TDŞK), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Nubihar, Med Zehra, Koma Diyalogê ya Dîcle Firat, Rewşen, KURT-KAV, Ufuk-Der, Lêgerina Kurdên Demokrat, ÎHD, MAZLUMDER, Yekitiya Tabîban, Baroya Amedê, TMMOB, Derdorên Kar ên Amedê, Komeleya Nivîskarên Kurd, TZPKurdî, MEYADER, Dayîkên Aştiyê, TUHADFED û DOKH bê lidarxistin. Her wiha nûnerên Ermenî, Suryani û Êzidiyan jî dê tevli konferansê bibin.

AMED