Komîteya Mafê Mirovan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Roja 10´ê Kanûnê, salroja Cîhanî ya Mafê Mirovan e. Îro ev roj dikeve 71 saliya xwe. 71 sal berî niha, di 10´ê Kanûna 1948´an de, ku hê dinya di serûbendê dûkêl, komir û xweliya şerê cîhanê ya duyemîn ne qediya bû. Bihna barûda wê hê digeha pozên malwêranbûyî, birîndar û cegerşewitiyên wî şerê bêbext û xwînelû.

Helbet Kurdistan û xelkê wê jî, ji derdeserî û felaketa wî şerî bêbehir nebûn. Çawa piştî şerê yekemîn axa Kurdistanê bû qurban û kete ber parçe bûnê û li ser çar welatên hov û na mirovdost de hate parvekirin. Herweha piştî şerê duyemîn yê cîhanê jî gehiştin bi mafên xwe yên bingehîn bi heq nehate dîtin. Mînak: herifandina Komara Kurdistan li Mehabadê, tenê yek sal berî ragehandina vê carnameya Cîhanî ya Mafê Mirovan bû.

Ev carname, ji alî civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve bi pirraniya dengan hate qebûl kirin. Piştî berfirehbûna rêxistiya Neteweyên Yekbûyî û girêdana wê bi piraniya welatên Cîhanê re, welatan bendên wê Carnameyê îmze kirin. Di nava wan welatan de her çar welatên dagîrker jî tên dîtin! ku ev bendên Carnameyê tê de, îmze kirîn. Wate razîbûna xwe ji bo wan bend – xalên carnameya mafên mirovan nîşan dane.

Roj li pey rojên vê ragehandinê, ji bo demekê kin be jî, binpêkirina mafên mirovê kurd û Kurdistanî bi neşirîntirîn corên hovatiyê ji alî dewletên dagîrker yên Kurdistanê derbaz nebûne. Heta digehê roja Îro, di demekî de keç û lawên kurd û Kurdistanî li her çar parçeyên Kurdistanê bûne pêşeng û serkarwanê berxwedan û parastina nirxên mirovatiyê li navçeyê û Cîhanê şer kirine û bedelên mezin dan e.

KNK e, di roja Îro de, ku roja Cîhanî ya Mafê Mirovan e, tevahiya binpêkirinên mafê mirovan şermezar dike. Wan dide ber guh û singê welat û neteweyên endam di rêkxistinê de, û bang dike ku rêzê li wan bendan bigrin, yên ku sunda mirovatiyê li ser xwarine û di bin de îmzeya xwe danîne.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN