Destpêka salên heftêyî salên lêgerînê bû, hemû xortên Kurd yên rewşenbîr di nava lêgerînekê berfireh de bû. Ji ber ku min li navçeyekê Manîsayê xwendibû, min ji ber heqaret û êrişên tirkên nijadgirêk Kurdayetiya xwe di her êşê de hîskiribû. Min di salên 72-75 li Çorimê mamostetî kir, TOB DER a wir di destê çepgirên tirk de bû, wan jî em endamên Kurd yên behsa Kurdistanê dikir wek „faşîstên Rojhilat(!)“ bi nav dikirin. Payîza 75 min tayîna xwe rakir Depê (Karakoçan)ê.

Payîza sal 1976 bû, ez çûm lokala TOB DERê, di odeya rûniştinê de li serê maseyê xortekî esmerxweş î suret tijî û şewleya wechê wî bi mirovan xweş dihat, hem di bin wan birûyên gurr de li kesên ew guhdarî dikir dinêrî, hem jî mijareya kêşeya Kurd vekiribû û li ser diaxivî. Li hemberê wî jî Hesenê li heremê wek teorîsyenekî HK (çepgirê tirk) dihat zanîn, rûniştibû. Ew xortê esmerxweş bi dengekî nerm î bala mirovan celb dikir, bersiva pirsên wan dida. Ji ber ku gelek caran min û çepgirên tirk li ser mijara Kurd pevçinîbû, dema ez ketim hundir, min nexwest ez biçim li gel wan rûnim. Ez çûm, li maseyekê din rûniştim. Min ji dûr ve ew guhdarî kir. Gava Hesenê HKyî „Mazlûm“ got, min serê xwe rakir û li wî nêrî, lewre min ev nav ji xwendekarên cîranê mala apê min bû, bihîstibû. Dibe ji wê be, min hemû dêhna xwe da ser axaftina wan.
Mazlûm carê li min nêrî û got: „Hevalê delal, tu çima wisa tenê rûniştiyî, keremke, were li gel me rûne. Dibe gotineke te jî di vî warî de hebe!“ Her çendî ez ji ber azmûnê xwe yên nerênî yên bi çepgirên tirk re dudilî bûm jî, wî dengê wî yî nerm î ku jê frekanseke dostî diherikî weke mixladûzê ez kişandim, ez rabûm û çûm li gel maseya wan rûniştim. Ew xortê TIKOci yê di qehweya Zozan de ji ber ku min gotibû; „Ev der Kurdistan e, çi Tirkiya Tirkiya we ye!“ Dema hûn Tirkiye dibêjin, biçin Tirkiyê!“ Kursî rakiribû ku li serê min xe jî, li wir bû, lê çawa ez dîtim, serê xwe kir ber xwe.  Di pêvajoya nîqaşan de min mijara Kurd û Kurdistanê cardin anî rojevê, vê kêfa Mazlûm anî û wî mijare hineke din bi kurahî vekir, ew çepgirên tirk xebitîn ku bi demegojiyan pêşî li dîtinê Mazlûm bigirin, lê Mazlûm bi awayekî edilandî dîtinê xwe anî ziman, bi zanyarî di ser wan de çû û ew vala derxistin. Vê kêfa min anî, mîna ku ji hînavê min biaxive, vê jî bala min sivik kir, axaftina wî û argûmentê wî wisa ez girtim bin bandora xwe, min di hînavê xwe de got; dê ezê  ji îro pêve çi dibe bila bibe, li pey xeta wî biçim.
Mala apê min (xezûrê min) û Mala bavê Mazlûm apê Seyîd Kazim li heman taxê, ango li taxa wiyalî avê (Karşiyaka) bû. Ez tim di ber derê wan re diçûm, wî çend caran ez dîtibûm û xwestibû bi min re biaxive, dibe ji wê be, dema ew ên din rabûn çûn, wî bi wî dengê xwe yî xweş ji min pirsî, ka em kengê hatine wê taxê, min jî pirsên wî bersivand.
Wê rojê em bi hev re ketin ser rêya taxê, wî mijareya Kurdistanê û giringiya birêkxistinbûnî ji min re vekir. Li gel zanîna wî ew forma axaftina wî, ew germahiya dengê wî, wek afsûnekê ez bi tevahî girtim bin rêbaya xwe. Di jiyana min de hevrêtiya herî pîroz ew hevrêtiya bi wî re bû. Carê jî dawiya sala 78 an hate mala me, ji ber ewlehiyê nedixwest li mala bavê xwe bimîne, şevekê bû mêvanê me, dema dest bi xwendinê kir, her çendî di destê min de jî pirtûkek hebû, min bi hemû dêhna xwe ve bi dizî li wî nêrî, bi giyana xwe ve ketibû nava xwendinê, ez di xev re çûbûm, dema ez şiyar bûm, hima bigire destê sibehê bû, min dît ku hê wa ye dixwîne. Ji wê rojê pêve êdî min jî giraniya xwe da xwendinê.
Êvarekê jî di mala xwendekarên lîseyê de me hev dît, bi qasê pênc saetan bi xortan re axivî, ew frekansa dengê wî bala hemû ciwanan celp kiribû, xwerû jî di bin bandora zanabûn, bêkêmasî formulekirin, bi mînakên kêrhatî dewlemendkirina mijareyên wî de mabûn. Mazlûm bi rawestan, bi kesayetiya xwe ya kemilî, bi zanîn û bêtirsiya xwe, biçûya nava kîjan civatê, biçûya cem kê bandoreke mayîn de li ser wan dihîşt, lema kesên carê ew dinasî, tucar nedikanî ku wî ji bîr bike.
Mazlûm di nava birayan de yê navîn bû. Birayê wî yê mezin Fevzî wê demê li Depe mamoste bû. Delîlê wek şêrê şoreşê piçûkê biran bû. Mazlûm gelek helîm bi zanabûneke kûr, Delîl bi avahiya xwe ve gelek çalak bû. Çi kêmasiya mirovan heba, Delîl rasterast li rûyê mirovan digot, lê tu carî nedihîşt ku kes bi gotgot û xeybê behsa hevalan bike, tim digot; „Ku rexneyên we hene, wek camêran li rûyê hev bibêjin“ Ango keseke dîrekt û rast bû.  
Ez careke din di kesayetiya Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan de hemû şehîdên Newrozê û yên Adarê bi bîr tînim.
Newroza we pîroz be!