1`ê Gulanê li Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê hat pîrozkirin. Karkeran bi wesîleya rojê peyama xurtkirina têkoşîna li dijî kedxweriyê da.

Bi wesîleya 1`ê Gulanê, Cejna Karkeran a Cihanê, li Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê çalakî hebûn. Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo li gundê Hîmo, li meydanan Newrozê, 1´ê Gulanê roja kedkaran pîroz kir. Şêniyên bajarê Qamişlo di pîrozbahiyê de peyama ‘Bi keda civakên demokratîk em ê Efrînê rizgar bikin, bi rêber Apo re azad bijîn’ da.

Meydana pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Leyla Guven, şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên QSD, YPG/YPJ’ê, ala Komîteya Kedkaran a Herêma Cizîrê, alên Kongreya Star û alên TEV-DEM’ê vê hate xemilandin.

Berdêlên giran hatin dayîn

Hevseroka Komîteya Kedkaran a Qamişlo, Leyla Mio cejna hemû kedkaran pîroz kir û got, “Bi armanca pêkanîna wekhevî, aştî û aramiyê têkoşîna kedkaran 133 sal li pey xwe hiştin. Ji Chicago heta Rojava, ev têkoşîn dewam dike. Di qonaxa salên dirêj a aloziya Sûriyê de ji bo rizgarkirina ax û mirovan, têkbirina dagirkeriyê me têkoşîn bi pêş xist û berdêlên gelekî giran dan.”

Em ê rêber Apo azad bikin

Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Qamişlo, Hacer Hesen jî diyar kir ku îsal roja kedkaran di qonaxên gelekî girîng de tê pîrozkirin û got, “ Em ê bi ruhê 1’ Gulanê, Rêber Apo bi fizîkî azad bikin. Vîna gelên demokratîk dê hemû sîstemên dagirker hilweşîne.”

Botan Hesaf û Cemîl Ehmed jî tekildarî  1’Gulanê helbest xwendin. Piştî axaftinan, Koma Botan, Koma Dêrik, Koma Sazkar li ser dikê stran gotin. Pîrozbahî bi gerandina dîlanê bi dawî bû.

Soza pêkanîna daxwazên wan da

Karkerên paqijiyê yên navçeya rojhilat û rojava yên Qamişlo jî bi minasebeta rojê hemleya paqijiyê li herêma El-Sîna da destpêkirin.

Karkerekî paqijiyê Mihemed Ehmed Kerîmo, ku di şaredariya navçeya rojava ya Qamişlo de kar dike, got, “Di vê rojê de me dest bi paqijiya herêma El-Sîna kir da ku ev herêm ji gemarê bê paqijkirin, em her roj, heta betlaneyê jî kar dikin da ku bajar paqij bimîne.”

Bi wesileya rojê  Karker û Kedkarên Şaredariya Gel a Serêkaniyê jî peyivîn. Karkerên Şaredariya Gel 1`ê Gulanê li hemû karkerên cihanê pîroz kir. Karkeran banga zêdekirina fonan û bicihkirina kartên tenduristiyê kir. Li ser vî esasî, şaxa Sendîkaya Kedkaran a bajêr soza pêkanîna daxwazên wan da.

   

Hêza xwe ji vê rojê wergirin

Têkildarî mijarê, yek ji karkerên di beşa paqijiyê  de dixebite Ehmed El-Hiseyno, cejna karkeran pîroz kir û got, 1’ê Gulanê wek roja têkoşîn û berxwedana hemû karkerên cihanê tê naskirin.

Em wek karkerên di beşa paqijiyê de, bi vê rojê serbilind in û dema ku bajarê me paqij û bedew be, em hêza xwe ji vê rojê werdigirin.“

Karker pêşengên civakê ne

Hevseroka Sendîkaya Kedkaran a bajarê Serêkaniyê, Gulistan Elî jî roja 1`ê Gulanê li hemû karkerên cihanê û bi taybet karkerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got, “Karker pêşengên civakê ne û bi roleke sereke rabû, heger ne ji karkeran bûya dê bajarên hewçend bedew nebûya.”

 

Destûr nedan merasîm û daxuyaniyan

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi xwe roja karkarên di bin zextan de hat pîrozkirin. Li pirraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê rêxistin û sendîkayên karkeran xwestin bi boneya vê rojê merasîm û daxuyaniyan bidin, lê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin astengkirin. Li hinek bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji beriya ku merasîm û daxuyanî werin dayîn, hêzên rejima Îranê gelek karker, nûnerên sendîka û rêxistinên karkeran destgîrkirin ji bo ku ti çalakiyek di vê rojê de li dar nexin.

Îran ne amade ye

Ev hemû astengiyên rejima Îranê berdewamiya binpêkirinên mafê karkeran e. Par ji ber siyaseta aborî ya desthilata Îranê û krîza aborî ya piştî ambargoya aborî ya Emerîkayê li ser Îranê danî, çalakî û xwepêşandanên karkeran li Îranê zêde bûn û gihiştin asta herî bilind. tevî rewşa xirab a karkeran, di vê rojê de karker tên destgîrkirin û wan dixin girtîgehan.

Di rewşeke dijwar de dijîn

Bi heman armancê li Başûrê Kurdistanê jî karkeran doza mafên xwe kir. Li Herêma Kurdistanê, tevî ku rêjeyeke fermî ya karkeran nîne, lê Sendîkaya Karkarên Kurdistanê, îşaret bi hebûna bi sed hezaran karkeran dike. Li gorî daneyên sendîkayê di nava 5 salên bihurî de, li Herêma Kurdistanê zêdetirî 250 karkeran li cihê kar mirine. Karker jî eşkere dikin ku di rewşeke dijwar de dijîn: “Hinek karker hene, heger kar peyde nekin, wê êvarî nan nebe ku zorokên wan bixwin.”

Li Rojhilat kar nîne

Karkerê bi navê Ehmed Seîd li ser wateya rojê peyivî û got, “Ez karkeriyê dikim li gel hostayekî dîwaran. Cihê ku lê kar dikim ti mercekî ewlehiyê lê nîne.”

Xalid Hesen yê ji bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê ye jî got; “Li Rojhilat kar nîne. Mesref giran e û pere nînin. Lewma ez hatime vir. Li vir jî kar nîne. Ji hemû bajarên Rojhilat, niha xelk berê xwe didin vir. Ji ber ku li wir kar nîne.”

Hikûmet sozan bi cih naîne

Çenêr Omer jî Ciwanekî 27 salî ye û bavê du zarokan e; wî eşkere kir ku zêdetirî 9 salan karkeriyê dike û got, “Sozên ku hikûmet dide karkeran, bi cih naîne.”

Berzan Zereyenî jî bal kişand ser nêzîkbûna xwediyên kar û got; “Hinek kesên ku em ji wan re kar dikin, nêzîkbûna wan gelek baş e. Hinek jî hene, karên zêde bi me didin kirin. Carinan em li cihên bi tehlûke kar dikin.”

 

NAVENDANÛÇEYAN

 
 

250 karker mirin

   

Serokê Sendîkaya Karkerên Bînasaziyê ya Silêmaniyê, Osman Zîndanî jî diyar kir ku di nava 5 salan de zêdetir 250 karkeran li cihê kar jiyana xwe ji dest daye. Li hemû beşên çîna karker, xwediyên kar û dewlet mafê karkeran binpê dikin. Bi taybet li cihên ku projeyên mezin hene.”