Duh, yanî 21’ê Sibatê, roja zimanê dayikê bû. Lê belê ne ya hemû zimanan. Tenê gelên zimanbindest vê roja pîroz dikin. Hûn ê ti caran nebînîn ku gelên serdest yên wekî tirk, ereb, faris, alman, amerîkî an jî îspanyol vê rojê pîroz bikin. Ji ber ku zimanê wan nehatiye qedexekirin, ti kesê ji van gelên serdest ji bo zimanê xwe nehatiye kuştin. Li ser zimanên wan tehde nehatiye kirin. Lê belê gelên wekî kurd, baskî, katalanî, galî, ermen, asûrî, talîş, orî, frîzî, galîsyan, samî û bi hezarên din sedsala dawîn de êş û êrîşên giran ditîne. Jixwe gelê ev roj diyarî hemû zimanan kiriye bengalî ne ku bi berxwedana xwe ya zimanî nav û deng bûne li hemû cîhanê. 

Kurtedîroka vê rojê ev e: Piştî welatê Pakîstan sala 1947’an de ji Hîndistanê veqetiyaye û serxwebûna xwe îlan kiriye, zimanê urdû wek tenê ziman yê Pakîstanê hatiye daxuyandin, hemû zimanên din ên wê erdnigariya pirziman hatine qedexekirin. Yek ji van zimanan bengalî bû. Gelê bengalî hem serdestiya dewleta nû hem jî yekzimanîbûna wê qebûl nekir û derket kolanan ji bo ku li axa xwe û zimanê xwe xweyî derkeve. 1952’an de, di xwepêşandanek de, polîsên pakîstanî gule reşandine ser van ciwanan û di encam de hinek ciwan şehîd bûn. Piştî vê bûyerê têkoşîna gelê  bengalî zêdetir bûye. Encamê de gelê bengalî 1971’an de serxwebûn û azadiya xwe bidest xistiye û ev roj kiriye Roja Şehîdên Zimanê Dayikê. 21’ê Sibatê ji wê rojê heta niha wek Roja Şehîdên Zimanê Dayikê tê pîrozkirin, keda şehîdên bengal tê bibîranîn. 1999’an de, UNESCO’yê ev roj wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî qebûl kiriye û her sal di vê rojê de çalakiyên curbecur ji bo hişyariya ziman pêk tîne.

Kurd jî qasî deh panzdeh sal e vê rojê pîroz dikin bi beşdarî û rêxistana saziyên me yên pêywendîdar, wek Kongreya Civaka Demokratîk, şaredariyên me, Kurdî-Der, Egitim-Sen û hinek saziyên din. Mebesta çalakiyên vê rojê du-alî ne. Ji aliyekê ve ji dewleta tirk re tê gotin ku kurdî wek zimaneke fermî bê qebûl kirin û di kar û barên fermî de were bikaranîn. Ji aliyê din jî bangewazî tê kirin ji bo gelê kurd ku li zimanê xwe xweyî derkeve, di danûstandinên xwe yên civakî û aborî de kurdî bikarbîne û zimanê xwe bigihîne nifşên nû. Mebestên bi vî rengî di daxuyaniyên piraniya gelan û taybetî ya UNESCO’yê de cih digirin.

Helbet, îsal taybetiyeke din a vê rojê hebû. Ew jî tam li wateya esasî ya 21’ê Sibatê hev hat. Ew jî xwedîderketina berxwedana YPS bû. Wekî me nivîseke xwe ya berê de jî nivîsandibû bajarên ku îro berxwedan û xweparastineke xurt kirin û hêj jî dikin di heman demê de kelehên zimanê kurdî ne. Her ciwanên ku şehîd dikeve di heman demê de şehîdê kurdî ye jî. Her kesê parastina gelê xwe dike, di heman demê de parastina kurdî jî dike. 

Dîroka zimanan nîşan dide ku mixabin heta berxwedanek xurt pêk nehatiye tu ziman azad nebûne, nekarîne bibin xweyî hêz û statûyek. Azadiya ziman bi statûya siyasî û civakî re girêdayî ye. Bê statû, dek û dolabên dewletan, desthilatdarên serdest her didomin. Di deh salên dawî de gelek eşkere hat dîtin ku dewlet di warê ziman de hinek gavan bavêje jî, van gavan ji bo serdestiya xwe bikartîne û dixwaze bi vê yekê berxwedana gel pûç bike. Ji aliyekê ve weşana kurdî dike, lê weşanên kurdên rêxistinbûyî qedexe dike. Zimanê kurdî wek dersa hilbijartî dide, lê belê dibistanên azad ên kurdî mohr dike. Hêj jî zimanê kurdî piçûk dixe û civaka serdest qet naguherîne ji aliyê hişyariya zimanî de. Hêj jî karkerên kurd ên li bajarên rojavayê Tirkiyê dixebitin rastî êrîşên faşîstan dibin tenê ji ber ku bi zimanê xwe diaxivin.

Wekî serboriya gelê bengalî jî nîşan daye, bê statûya fermî qedexe û zordariyên ser zimanan her tim didome. Lewma jî berxwedan û parastina îro tê pêşxistin dimîne tenê rê ji bo azadiya gel û azadiya ziman. Dîsa dîroka ziman nîşan daye ku, wekî gelê bengal, hemû gelên berxwedêr û têkoşer rojek digihin armanca xwe û azadiya xwe pêk tînin. Em hêvî dikin heta 21’ê Sibateke din, zimanê me li ser axa Bakur hatibe azadkirin, bibe nimûneya sêyemîn piştî serboriya Başûr û Rojava.