21’ê Adarê wekî Roja Şiirê Cîhanê roja 22’yê Adarê jî wekî Roja Helbestê ya Zarokan a Cîhanê ji aliyê UNESCO’yê ve hatiye qebûlkirin. Yanî Newroz ne tenê cejna serketina berxwedana mezlûman li dijî zaliman e, ew her wiha cejna hestan û şiiran e jî bi vî awayî. Şair Nûrcan Delîl îşaret bi girîngiya bi Kurdîbûna şiirê dike û şair Kevok Mizgîn jî bi bîr dixe ku jin di wêjaya devkî de şairên anonîm bûne.
Ji bo teşwîqkirin, xwendin, nivîsandin û parastina şiirê, Saziya Neteweyên Yekbuyî ya Perwede, Zanist û Çandê (UNESCO ) sala 1999’an de 21’ê Adarê weke roja şiirê ya cîhanê îlan kir. UNESCO’yê hingê da zanîn ku şiir bi nivîsandin û xwendinê re rê li ber cudabûn curebûnan vedike. 22’yê Adarê jî Roja Helbestên Zarokan a Cîhanê ye. Du şairên jin ên Kurd Nûrcan Delîl û Kevok Mizgîn li ser girîngiya rojê peyivîn.
Bi Kurdî xwendin û nivîsîna helbestê
Nûrcan Delîl ji bo şiirê dibêje, çi qasî helbest berfireh dibe, hest jî mezin dibe û helbest zimanê hestan e û ev gerdûniye. Nûrcan wiha dewam kir: “Ez çawa ku êş şahî û mirazên xwe bi vê rêyê vedibêjim, dilê min aram dibe. Her wiha parvekirina van hestan jî bi serê xwe ji bo min serfirazî ye. Divê armanca ciwanên me bipêşxistina van nirxan be. Nexasim jî divê em vê bi zimanê xwe bikin. Bi Kurdî nivîs û xwendin ji bo me mîraseke mezin e. Ango tê zanîn em bi mîrasa helbestvan û dengbêjan hînî dîroka xwe dibin. Ew hem dîroknas hem jî parastvanên nirxên me ne.”
Jin qehremanên anonîm
ên helbestê ne
Kevok Mizgîn jî dibêje, “Zimanê me li ser dengbêjiyê, lorîkan, çîrok, stran, zêmaran û wêjeya devkî xwe zindî hiştiye. Li dijî hemû êrişan jî ti carî tine nebûye. Ev ji dewlemendiya wêjeya wê tê. Bi vê yekê re jî em pê dihisin ka wêje çi dewlemend e. Ango mînaka herî ber bi çav, dengbêjan dîroka hezaran salan heta roja me ya îro aniye. Ew bûn ronahiya roja bê jî. Ev dewlemendî jî para bêhtir a jinan e; jinên ku berhemên wan weke anonîm heta roja îro hatine. Çiqasî navê wan jinan ne diyar jî be, mîrasa wan wê daîmî be. Ango ji bo bipêşvebirinê divê em hemû hewl bidin. Ev erka me hemûyan e. Divê em herkesê teşwîq bikin, binivîsin û bixwînin.”
n JINNEWS/AMED