Salvegera qirrkirina Şengalê ya 3’yê Tebaxê ya 5’an nêzîk dibe. Bi vê rasthatinê Federasyona Meclisên Jinên Êzîdî ev roj wekî roja ‘Têkoşîna li dijî Qirrkirina Jinê’ îlan kir. Di vê çarçoveyê de wê teqwîmeke çalakiyan jî ragihand. Çalakiya destpêkê wê li Elmanyayê saet di 11.00’an de bi deqeyekê rêzgirtinê bê lidarxistin.

Çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê kir û bi hezaran jin, zarok, mirovên sivîl qetil kirin. Bi hezaran jinên Êzîdî jî dîl ketin destê çeteyan. Lewma jî komkujiya li Şengalê weke yek ji hovîtiyên herî mezin ên dîroka nêz a mirovahiyê tê dîtin.

Federasyona Meclîsên Jinên Êzîdî di salvegera 5’an a êrişên qirkirinê de 3’ê Tebaxê weke ‘roja çalakiyan a li dijî qirrkirina jinê’ ragihand. Federasyonê bang li hemû jinan kir ku tevli çalakiyan bibin. Bi pêşengiya Federasyon Meclîsên Jinên Êzîdî wê di 3’ê Tebaxê de li gelek bajarên Elmanyayê çalakî pêk werin.

 Teqwîma çalakiyan diyar bû

Li gorî teqwîma çalakiyan, 3’ê Tebaxê saet 11:00 li Elmanyayê wê deqeyekê rêz bê girtin. Di çalakiyan de bi taybetî wê trajediya jinên Êzîdî bê bibîrxistin û daxwaza bidawîbûna kuştina jinan bê kirin.

Federasyona Meclîsa Jinên Êzîdî diyar ki ku jinesîd (gynecide) yanî qirrkirina jinê yekser bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatiye kirin û kuştina jinên Êzîdî, firotina wan li bazarên koleyan û kiryarên li dijî mirovahiyê yên li dijî wan, bi bîr xistin.

Li gorî daxuyaniyê ev çalakiyên li jêr hatine plankirin:

3’ê Tebaxê

Hamburg: saet 10.30, li Mönckebergstraße li pêşiya Karstadtê

Hannover: saet 13.30, li Hauptbahnhofê

Bielefeld: saet: 10.30, li pêşiya Rathausê

Wesel: saet 10.30, li Berliner-Tor-Platz

Bremen: saet 10.00, Am Marktplatz

Wilhelmshaven: saet 10.30, Katholische Kirche St. Marien

Celle: saet 10.30, Große Plan

Nürnberg: saet 11.00, Hallplatz

Walsrode: saet: 10.00, Rathaus, Lange Str. 22

4’ê Tebaxê:

Sulingen, saet: 12.30, Nienburger Straße 23