Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî sibe ye; mirov dikare bi vê rasthatinê serê xwe bêhtir bi vê mijarê biêşîne. 21’ê Sibatê ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve sala 1999’an weke Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî hat qebûlkirin û hersal jî mijareke wê ya sereke heye. Par di çarçoveya Sala Navneteweyî ya Zimanên Miletên Xwecihî sala 2019ʼan (IYIL19) de mijara sereke “Zimanên miletên xwecihê girîng in ji bipêşketin, avakirina aştiyê û lihevkirinê” bû. Mijara sereke ya UNESCOʼyê îsal “Zimanên bêsînor” e. Sedema wê jî wiha rave dike: “Zimanên cihî yên ji sînoran dibihurin, dikarin diyaloga aştiyane teşwîq bikin û alîkar bin ji bo parastina mîrasa çandî ya xwecihî. Weke nimûne kesên bi Kîswahîlî li Efrîka jêr Sahrayê dipeyivin û Quechuayiyên li Başûrê Emerîkayê xwedî çandeke hevpar in û civakên wan li welatên cîran hene.”

Kurdî jî zimanekî wisa ye ku li bêhtirî yek dewletê tê peyivîn û li dewletên cîran jî civakên Kurd hene ku xwedî heman çanda hevpar in. Yanî Kurdî jî divê beşek ji mijara sereke ya îsal bûya.

Çima 21´ê Sibatê?

Di 21’ê Sibata sala 1952’yan de li Bengladeşê Tevgera Ziman a Bengalê ku ciwanên xwendekar pêşengiya wê dikir, ji bo ku zimanê wan jî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê li paytexta îro ya Bengladeşê Dakkayê çalakiyek li dar xist. Lê ji aliyê hêzên desthilatdariyê ve gelek ji wan hatin qetilkirin. Piştî vê komkujiyê têkoşîna ziman xurttir bû û di encama têkoşîneke 19 salan de, zimanê Bengalî bû zimanê perwerde û danûstandinê. Bi wê boneyê serxwebûna welatê xwe îlan kirin û zimanê dayikê kirin zimanê fermî.

Tevgera Ziman a Bengladeşê û gelê wê 21’ê Sibatê wek “Roja şehîdên ziman” bi nav kir. Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) jî di 17’ê Mijdara sala 1999’an de 21’ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî ragihand. Ji hingê ve ev roj ji bo destekkirin û xurtkirina aştî û pirrzimaniyê tê pîrozkirin.