Roja Navneteweyî ya Zimanê Dayikê her sal 21ê Sibatê tê pîrozkirin. Ev roj, 17´ê Çiriya Pêşîn a 1999´an ji aliyê UNESCO´yê hat pejirandin û bi seremonîyekê hat ragihandin. Her sal li seranserê cîhanê bi çalakiyên pirrengî tê pîrozkirin. Armancên vê rojê, balkişandina ser mafê perwerdeya zimanê dayikê, xurtkirina têgihiştina ji bo civakeke pirçandî û toleransa li hember mirovên cihêreng.

Çima 21ê Sibatê?

Dema ku UNESCO li ser pirsa dîyarkirina rojê di nav lêgerînê de bû, Bangladeşiyan 21´ê Sibatê pêşnîyaz kir.

Di 21ê Sibata 1952´yan de di xwepêşandaneke ji bo fermîbûna zimanê dayikê de polîsê Pakistanê 11 kes kuştin. Lewma Bengladeşî 21´ê Sibatê wek roja şehîdên zimanê xwe bibîrtînin.

Bengladeş heta sala 1971´ê mêtingeha Pakistanê bû. Hema hema hemî Bengladeşî bi Bengalî dipeyivîn, lê dîsa jî zimanê wan yê fermî zimanê Pakistanê, Urdû bû. Bengladeşî ji vê yekê nerazî bûn. Nerazîbûna xwe bi çalakiyên têvel diyar dikirin.

Di 21´ê Sibata 1952´yan de, ji bo ku zimanê Bengalî jî li gel zimanê Pakistanê yê fermî Urdû, bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneke girseyî li dar xist. Polîs êrîş bir ser xwepêşandaran û 11 kes kuştin. Lê Bengladeşiyan têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna zimanê xwe yê dayikê domand.

Hukûmeta Pakistanê neçar ma ku sala 1956´an Urdû û Bengalî bi hev re li Pakistanê bike zimanên fermî. 21´ê Sibatê di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê dayikê de qonaxeka girîng e. Lewma UNESCO´yê ev roj pejirand.

Di van salên dawî de Kurd jî hêdî hêdî vê rojê pîroz dikin û balê dikşînin ser mafê Kurdan yê perwerdeya zimanê dayikê û perwerdeya bi zimanê dayikê. 

Daxuyaniya UNESCO´yê

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî, UNESCO´yê jî derbarê rojê de gelek çalakiyan li dar dixe û bi vê armancê mirov dikarî daxuyaniya wê li ser malpera wê bibîne ku bi van gotinên rêvebera giştî ya UNESCO´yê Irina Bokova destpê dikir: "Bi rasthatina vê rojê, ez dixwazim bangekê bikim ji bo portensiyala perwerdeya pirrzimanî li seranserê dinyayê were qebûlkirin, di perwerde û sîstemên birêveberiyê de, di xweîfadekirina çandî û çapemeniyê de, di mekanên xeyalî [sayber] û tîcaretê de".

Perwerdeya pirrzimanî

UNESCO´yê di daxuyaniya xwe de îşaret bi girîngiya perwerdeya pirrzimanî kir û ew wisa terîf kir:  "Perwerdeya pirrzimanî xwegihandina perwerdeyê mumkin dike û di heman demê de jî wekheviya wan kom û civakên bi zimanên hindikahiyan û/yan jî xwecihan dipeyivin, teşwîq dike, nexasim jî ji bo jin û keçan. 


NAVENDA NÛÇEYAN