Bi boneya roja zimanê dayikê, mamosteyên Kobanê û Girkê Legê daxuyanî dan û ev roj li hemû gelan pîroz kirin û banga xwedîderketina li zimanê dayikê kirin.

Desteya Perwerde û Hînkirinê ya Kantona Kobanê bi boneya roja zimanê dayikê daxuyaniyek di nava şagirtan de da.

Daxuyanî ji aliyê mamosteya zimanê Kurdî, Soreya El-Kurdî ve li dibistana şehîd Azad (Rîfiyê) di nava girseya şagirt û mamosteyan de hate xwendin. Endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratkî KPC`ê jî amade bûn.

Ziman hêmana bipêşvebirina civakê ye

Daxuyanî bi gotina “Zimanê dayîkê hêmaneke sereke ya bipêşxistina û bipêşvebirina civakê ye” dest pê kir. Komîteyê dîroka rojê û di têkoşîna ji bo mafê zimanê dayikê yê Bengalî de girîngiya vê rojê bi bîr xist û got, “Em weke Desteya Perwerdehiyê ya Kantona Kobanê vê roja pîroz ya zimanê dayikê li hemû gelên bindest ên ku ji bo zimanê xwe serî hildidin, bi taybet gelê me yê Kurd ku di roja îro de xwedî li zimanê xwe yê dayîkê derdikeve, pîroz dikin. Zimanê dayikê hebûn û rûmeta gelan e. Bê ziman jiyan nabe.”

Têkoşînê xurt bikin

Li bajarê Girkê Legê jî endamên Saziya Zimanê Kurdî li pêşiya peymangeha Zanistên Perwerdehiyê ya  Şehîd Baz civiyan û daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê berpirsê peymangehê Ebdulkerîm Mîrza ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser berxwedana gelê Kurd ya li hember tinekirina zinamê dayikê û xebatên saziya ziman ji bo parastina zimanê Kurdî û yê hemû pêkhateyên herêmê.Di dawiyê de jî ev roj li gelê Kurd û hemû gelên cîhanê hat pîrozkirin û bang hat kirin ku tekoşîna bipêşxistina ziman bê xurtkirin.


KOBANÊ / GIRKÊ LEGÊ