Fêrgîn Melîk AYKOÇ "Ziman zanîne, zanîn jî xwe nasîne!" C. A. Bedirxan Ji bo biwêja „Roja ziman“ bibe xwediyê wateyekê, divê em bi hemû hêz û derfetên xwe ve li zimanê xwe xwedî derkevin, wî têkin zimanê jiyanê, nivisandin, xwendin û zimanê bazarê. Dema em vê pêkneynin, kareseta tirsnak, ango têkçûn jî her diçe nêzîk dibe. Mîr Celadet Alî Bedirxan 86 sal berê ev rastî dît û şoreşeke herî bi nirx pêk anî. Wê çaxê wî bingehê elîfbayeke ku bikane zimanê kurdî li cihê herî berz û layîq bide rûniştin danî û cara yekem di rojnameya „Hawarê“ de weşand, bingehê xwendin û nivisandinê afirand. Jiwê ev roj ji bo siberoja ziman û çanda me dîrokî û jiyanî ye, divê ne tenê were pîrozkirin, em di vê rojê de sozeke ji dil bidin ku em ji vê rojê û pêve kurdî dikin zimanê xwe yê jiyanê. Ziman nasname ye Pêkhatina zimanekî ne hêsan e, ew di pêvajoya bi hezaran salan de rengê xwe digire. Ziman encama tevahiya azmûn, çalakî, fêrbûn, fikirandin, şahî, şîn, nêzîkahî, germahî, henek, yarî û çalakiya derûnî ya civakekî ye. Jiwê jî hem bingeha kesayetî û hem jî ya nasnameya (îdendîteta) neteweyekê ye. Her gotin, her heyî li gor jiyana wê civakê reng û wate digire. Wek mînak „pepûk” di civaka me da sembola şînê, lê di civakên din de tersê wê ye. “Kew” di civaka me de xwedan rengekê îxanetê, lê di civakên din de xwedan wateyê din e. “Bêrîvan” di civaka me de pîroz e, lê di civakên din de navê wê jî tune. Ji bo têgihîştinê em mînakek balkêşê din bidin: Îngîlîz dûrbûnê bi „Mail,“ mirovên Grundlandê bi „şev û raketinê,“ em kurd jî dibêjin „Bi çend qonaxan“ jê dûr e. Ango ziman jiyan bi xwe ye. Lêkolînê zimanzanina etnîkî (etnolinguistî) bi awayekî gelek zelal nîşan dikin ku rêzimana zimanekî çanda axivêran diteyîsîne. Ango ziman ne tenê amrazeke ramandin û têgihîştinê, rasterast nasname û pîvana asta axivêr jî derdixe pêş. Bi gotineke din zimanê mirovekî seviya wî ya perwerede û zanînê jî raber dike. Ziman neynika parçebûn, tehribat û kompleksên li ser kesayetiya mirovan e jî. Li rastiya xwe xwedî derketin, yan jî jê revîn nîşana vê ye. Wek mînak: em ziman ji dê û bavê xwe fêrbûn, dê û bavê me jî ji kal û pîrên me fêrbûne. Ku em wî zimanê dê û bavê xwe bi zarokên xwe nedin fêrkirin, di cihê wê de zimanê dê û bavên biyaniyan (mînak yê tirk, ereb) bidin fêrkirin, ev tê wê wateyê ku em ji dê û bavê xwe, ji kal û pêrên xwe şerm dikin, lema jî em zimanê biyanî layîqê zarokên xwe dibînin. Bi zimaneke tuj û tund ev heramzadetî ye. Ziman qedexekirin Zimanan qedexekirin, pêşî li pêşveçûna zimanan girtin cinawirî û komkujiya herî xwînxwar e û dijminahiya mirovahiyê ye. Ji ber vê egerê jî Yekitiya Netewan (YN) an sala 2008an wek sala zimanan pejirand û hin tedbîrên li jiyanê hîştina zimanan girt. Wek nimûne hin tekstên mînak bi zimanên di nav cendereya mirinê de ne dan nivisandin. Herî zêde dewletên bê nasnameyeke (heramzade) bingehîn dijminahiya zimanan kirine, ziman qedexekirine, ango bi kotekê li gor xwe nasnameyeke netewî afirandine. Wekî mînak: Dewleta Avusturalyayê, zimanê Awbircînan qedexe kirin, yekê bi wî zimanî biaxiviya dikanîbû bihata darvekirin jî. Heman tiştî dewleta tirk anî serê me kurdan. Ev ji aliyekî ve jî; li gel cinawirî, bênasname û bê çandbûn, bê sinciya dagirkerên tirk nîşan dide. Qetliameke din a zimanan jî, zarava, devok û zimanên kêmaran e. Li piraniya welatên netew dewlet afirandine, zarava û devokên heremî hatine bişaftin, heta hin zimanên serbixwe jî di bin siya zaravayan de ketine bin pêla zimanê fermî. Li başûrê welat jî hewldaneke soranî wek zimanê fermî derxistina pêş û helandina zarava û devokan heye. Lê divê hin zaravayên bingehîn, wek Kirmanckî, Hewremî bi her awayî werin parastin û pêşxistin.. Roja zimanê kurdî bi hêvîya kurd bi her awayî li zimanê xwe vegerin, pîroz be.