
Hate diyarkirin ku ciwanê Kurd Basil Ebdulezîz li bajarê Sarekib ê Sûriyeyê leşkeriyê dikir û di encama îşkenceyên giran de jiyana xwe ji dest daye. Lê rayedarên rejîma Sûriyeyê didin diyarkirin ku Basil di encama êrişeke çekdarî ya ji aliyê hêzên çekdar ên li dijî dewletê ve hatiye kuştin.
Li gorî agahiyan, bavê Basil Ebdulezîz, Ebdulezîz du demjiêr beriya mirina kurê xwe bi kurê xwe re axiviye û rewşa kurê wî baş bû. Piştî du demjimêran Basil ji ber sedemeke nayê zanîn jiyana xwe ji dest da.
Hate ragihandin ku cenazeyê Basil duh demjimêr di 16.00 de gihişt destê malbata wî ya li Qamişloyê. Cenazeyê Basil birin Mizgefta Qasimo ya li Qamişloyê û tê diyarkirin ku wê îro cenaze bê definkirin.
Di 6’ê berfanbarê de jî malbata lawê Kurd Mihemed Ebdo Derwêş agahiya mirina kurê xwe girtibû. Rayedarên Sûriyeyê dîsa dan diyarkirin ku Derwêş di encama êrişeke çekdarî de hatiye kuştin.
Herî dawî di 2’ê berfanbarê de malbata leşkerê Kurd ê bi navê Mihemet Elî Abdid a ji Kombaniya Rojavayê Kurdistanê îro xebera mirina kurê xwe wergirt. Hate ragihandin ku ciwanê Kurd ê bi navê Mihemet Elî Abdid ê ku di sala 1991’ê de li gundê Enber ê Kobaniyê ji dayîk bibû, dema li Humsê leşkerî dikir, bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest da.
Rayedarên dewletê jî der barê kuştina leşkerê Kurd de tu agahî nedan. Hate zanîn ku ji bo leşkeriya ciwanê Kurd 3 meh mabûn.
ANF/QAMIŞLO