Welatiyê bi navê Ebdulqadir, ê 72 salî dema dixwest pezê xwe ji gund derxîne, ji aliyê çeteyan ve hate gulebarankirin û bi birîndarî hate girtin. Welatî 3 mehan girtî ma û gelek êşkence lê hat kirin. Li ser riya mizgeftê ji destê çeteyan xilas bû.
Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî herêmên Kobanê kirin, gundê Minazê yên li rojavayê herêmê jî dagir kirin. Ji ber êrîşên çeteyan gundiyan malên xwe vala kiribûn. Lê gundiyê bi navê Ebdulqadir bi fikra ku hîn şervanên YPG’ê li wir in, berê xwe dide gund da ku pezê xwe ji gund derxîne. Dema nêzî gund dibe Ebdulqahir ferq dike ku çeteyên DAIŞ`ê li gund bi cih bûne û çete jî wî dibînin.
Ebdulqadir ku piştî 3 mehan ji destê çeteyan rizgar bû, serpêhatiya xwe ji ANHA’yê re vegot. Ebdulqadir dema çûna xwe ya gund û êrîşa çeteyan wiha vegot: “Di mesafeya 100 metre de me hev dît, çeteyan demildest ez gulbaran kirim û ez ji lingê xwe birîndar bûm. ”
‘Kêr li ser stûyê min bir û anî’
Çete tevî birîna wî, Ebdulqadir di erdê re kaş dikin û dibin paş malekê. Şervanên YPG`ê ku li nêzî gund bûn, di wê navberê de ferq dikin ku tevgereke çeteyan a ne normal heye, lewra çeteyan bi çekên giran gulebaran dikin. Ebdulqahir diyar kir ku çeteyan wê demê tevî tangekê xwe di paş xaniyan de veşartin.
‘Hûn Kurdên kobanê tevahî kafir in’
Piştre çete Ebdulqadir dibin bajarê Cerablûsê û bêyî ku lingê wî derman bikin wî dixin zindanê.
Ebdulqadir got çetêyan 16 hezar lîreyê Suriyê ji wî distînê û wiha dewam kir: “Emîrekî ku rehên wî dirêj bûn, tevî du çeteyên ku di destê wan de kêr hebûn, hatin gel min û gotin ‘hûn Kurdên kobanê tev kafir in. Kêr li ser stûyê min bir û anî. Gotin ‘em ê te serjê bikin. Min şehda xwe anî. Piştre emîr ji çeteyan re got ‘Destjê berdin’ lê soza serjêkirina da. Piştre nasnameya min birin û gotin, em ê ji malbata te re bêjin me serê wî jê kiriye’.”
‘4 kes bi îşkenceyê kuştin’
Ebdulqadir piştre dîsa dixin zindanê. Li zindanê welatiyekî ku bi wî re bû, bi awayekî veşartî derman dide Ebdulqadir. Di vê navberê de çete wî 4-5 caran dibin lêpirsînê û hertim li ser têkiliya bi YPG’ê re disekinin. Her wiha pirsên derbarê ola Îslamê de jê dikin, û êşkencê lê dikin. Ebdulqadir diyar kir ku di nava çeteyan de zarokên deh salî jî hebûn û piraniya çeteyan bi zimanê Misrî di axivîn.
Ebdulqadir destnîşan kir ku di zindanê de bi rêbazên herî hovane gelek kes dihatin êşkencekirin û li ber çavên wî çar kes bi lêdanê tên kuştin. Ebdulqadir anî ziman ku ew 150 kes di odeyeke 10 metro de hatine girtin û cihê destavê jî di heman odeyê de bûye. Ebdulqadir got ku wan 3 mehan roj nedîtiye rojê carekê an jî 2 caran xwarin dane wan.
‘Li ser riya mizgeftê reviya’
Li bajarê Babê Piştî kesên girtî hemûyan dibin mizgeftê da ku nimêjê bi wan bidin kirin. Di wê navberê de Ebdulqadir derfetê dibîne û ji çeteyan direve. Piştre derbasî Bakurê Kurdistanê dibe. Ebdulqadir piştî rizgarkirina Kobanê jî berê xwe dide Kobanê. Ebdulqadir got: “Ez kêfxweş bûm bi vegera mal û welatê xwe, em careke din vegeriyan ser axa xwe û va ye em dijîn.”