Rojava… Ev peyv dibe ku herî zêde di van 3 salên dawî de, hem di rojeva gelan, cîhanê, çapemeniye de hatibe bilêvkirin. Rojava bi gelek ezmûnên dîrokî û navnetewî hat mûqayesekirin, lê Rojava bi yek peyv "Rojava" ye û bi pir tiştên xwe cuda ye. Tevî ku di hinavê xwe de pir nirxên dîroka mirovahiyê himbêz bike, lê Rojava xwedî taybetmendiyên ku ti deverêke cîhanê û li ti demeke dîrokê de mirov li rastî wê nehatiye.
Li ti demên dîroka mirovahiyê de nehatiye dîtin tevî şer û êrişan jî Şoreş di aliyê siyasî, çand, civakî, diplomasî, rêxstinî û zagonî de xwe tevger bike, ji xwe yê ku Rojava kiriye qada şoreşê û di tevahiya cihanê de weke şoreşeke bê mînak hatiye nasîn, ev aliyê xwe ye avakar û sazûmankar e. Niha Şoreşa Rojava bala pirr welatên cîhanê kişandiye û bi taybetî jî piştî berxwedana Kobanê deriyekî fireh ji bo diplomasiya navnetewî vekir û reng da nasnameya nû ya Kurdan di asta cîhanê de.
Şoreşeke din bi qasî Şoreşa Rojava bala ciwanên cîhanê û Rojhilata Navîn nekişand. Ji bo wê jî herî zêde ciwan di vê şoreşê de bûn hedefa êrişan. Şoreşa Rojava sinorên Lozanê bi filî rakirin ji bo wê jê xwediyê zihniyeta Lozanê û statuparêziyê har bûne. Ma çi li hemberî Rojava nehat kirin, ji bo têkbirina vê şoreşê, êriş, teqîn, amabargo û siyasta ferzkirina teslîmiyetê. Rayedarên Tirk û hevkarên wan li herêmê timî gef li vê şorşê xwarine, ji ber ku di vê şoreşê de mirina xwe dibînin.
Tevahiya sê salên berê Tirkiyeyê serkêşiya vê dijberêyê kir û di her munasebetêkî de gotin; "Em rê nadin statûyeke li Bakurê Suriye". Ev dihate wataye êrişa li hember her tiştêkî ku îfadeya Şoreşa Roajva dike. Herî dawî êriş û komkujiya li hemberê Navenda Çanda Amara û şehîdketina bi dehan ciwanên ku ji bo avakirinê berê xwe didan Kobanê nîşan dide ku çi qasî Tirkiye ji vê şoreşê bêzar e. Tiriyeya ku weke sponsorê DAIŞ'ê di asta cîhanê de tê nasîn niha bûye boriya nefesê ji bo DAIŞ'ê. Heger ne hevkariya Tirkiyeyê bûya DAIŞ nedikarî heya niha li ser pêya bimîne.
Di Şoreşa Rojava de derba herî mezin zihniyeta serdestî û bavsalarî xwar. Jinan bi heybet ref bi ref xwe gehandin qadên şoreşê, canê xwe ji bo azadiya gel dan û bê dûdilî hemû hevsengiyên cîvakî û têkeliyên klasîk serobino kirin. Bi şev û roj di nobeta parastin û azadiya gel de bûn. Têkeliyên ku li ser bingeha malbetî û eşîrtî hatibûn hunandin û zincîrên koletî li beden û mêjiyên jinan xistibûn parçe parçe kirin. Şoreşêke ku be dehan salin bi felsefeya "berxwedan jiyane" destpêkirin, niha berhemên ku tevahî mirovahî dikarê weke mînak dibîne, dibe. YPJ reng da jiyana nû, bi parastina nirxên şoreşê, şert û mercên jiyaneke nû afirand.
Destkefteke din a mezin di Şoreşa Rojava de ewe ku maskeya rûyê hin hêz û Kurdên ku bi desteka derve timî li ser pê mane, aşkere kir.Şoreş Rojava bereya alîgir û hêzên Şoreşê, ji bereya dijberê Şoreşê zelaltir kir. Di vê demê de ku ewqasî êriş li hemberî Şoreşê heye, PDK di şûna ku alîkariya bide vê şoreşê, bi rengêkî ku ne tenê Kurdan, şervanên biyanî jî matmayî kiriye, dijberiya Şoreşa Rojava dike. PDK ambargo daniye ser Rojavayê Kurdistanê weke ku ev tenê têr neke, li ser rêya Şengal û Rojava xendeqan dikolin ku tekane rêya li ser Şengalê ji bo alkarî bigihije hezaran Êzîdiyên Çiyaya Şengalê, lê PDK rê digire ji bo kû Êzîdiyên Şengalê neçarî teslîmyetê bike.
Şoreşa Rojava bi felsefeya jiyana nû gotin "Emê pelê daran jî bixwun lê em teslîm nabin" û niha jî nikarin bi ambargo û xendeqan teslîmyetê li ser Şoreşa Roajva û Çiyaya Şengalê ferz bikin.