Li gorî BFM TV'yê 130 endamên çeteya DAIŞ´ê ku li kampên di bin konrola Kurdan de girtî ne, wê li Fransayê bên dadgehkirin.

Li gorî vê kanala televizyonê, Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Christophe Castaner sêşemê (doh) têkilî mijarê axivî û got, ''Hemû kesên bînin Fransayê, ew ê radestî dadgeriyê werin kirin. Heke dadgeh biryarê bide ku divê werin girtin, ew ê werin girtin.''

Castaner wekî din got, ''Hin jê beriya niha hatin, û hatin girtin, em wan nas dikin. Ên ku wê werin jî wê werin girtin.''

Bi sedan DAIŞ´iyên biyanî

Yekîneyên bi ser YPG'ê ve, heta niha di operasyonên li dijî DAIŞ'ê de yên li Bakurê Sûriyê de qederê 3 hezar endamên DAIŞ’ê  girtin û niha li girtîgehên Rojava ev kes ragirtî ne. Her ku operasyon didomin, ev hejmar zêde dibe. Di nav girtiyan de 800 jê bi pirranî ji welatên Rojava, ji 46 welatan in. Rêveberiya Rojava ev demek e ku bang li DYE, Fransa û Elmanyayê dikir ku dadgehkirina DAIŞ'iyên biyanî bigirin ser xwe. Heta niha Îndonezya, Rûsya, Fas û Sûdanê bi fermî ji rêveberiya Rojava welatiyên xwe xwestine, ew ên ku YPG'ê ew bi saxî girtine.

 

PARÎS