Piştî ku berdevkê wezareta karê derve ya Dewletên yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li hember îdîayên Tirkiyeyê bi awayekî eşkere got, “em PYD´ê weke rêxistineke terorîst nabînin”, doh jî wezareta karê derve ya Rûsyayê ragihand ku nûnerê taybet ê serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ê mijara Rojhilata Navîn û Efrîkayê Mîxaîl Bogdanov bi hevserokê PYD´ê Salih Muslim re rûniştiye.
Nûneriya Rojava li Moskovê vedibe
Li gorî daxuyaniya wezaretê hevdîtin pêr pêk hat û mijarên hatin nîqaşkirin jî bûyerên li Sûriyê û civînên bi mijara Sûriyê yên li Cenevreyê bûn. Bogdanov di hevdîtinê de îfade kiriye ku Kurd jî di navê de divê hemû mixalif midaxilî civînên li Cenevreyê bibin.
Li aliyî din li paytexta Rûsyayê Moskovê, Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê wê îro saet di 15:00´an de fermî bê vekirin.
Di merasîma vekirinê de tevî Berpirsyara Têkiliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed, Parlamentera HDP‘ê ya Amedê Feleknas Ûca û Serokê Partiya Lîberal a Rûsyayê Vladîmîr Volfovîç, wê gelek siyasetmedar, akademîsyen, ramanger û rojnamevan amade bin.
MOSKOV