Norman Peatch diyar kir ku welatiyên Rojava di qonaxeke dîrokî re derbas dibin û neçarin ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe bidin. Norman Peatch got ku DAIŞ hewl dide herêmên Rojava bixe destê xwe û fikrên xwe yê şovenîst ku bi navê ola îslamî kom kirine, li ser gelê Rojava ferz bike. Peatch da zanîn ku ji bo berxwedanê divê gelê Rojava li hemberî van çeteyan bisekinin û xwedî ramaneke kûr û mezin bin.

Kurd serkeftî ne

Norman Peatch wiha anî ziman: "Wekî şande û desteyekê me dît ku herêm rastî êrîşên herî dijwar ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve tê. Tevî van êrîşan jî hêzên Kurdî gelek serkeftinên mezin pêk anîne û li ber xwe didin. Dema ku em vegerin Almanyayê em ê rastiyan ji civaka navnetwî re ragihînin û bang li hemû aliyên navnetewî bikin ku piştgiriya Rojava bikin. Berxwedana Yekîneyên Parastina Gel a li hemberî çeteyên DAIŞ'ê berxwedana belavkirina projeya demokrastiyê ya li ser bingeha jiyana hevbeş e li Rojhilata Navîn e." Norman Peatch destnîşan kir ku divê dewlet Tirk piştgiriya xwe ya ji çeteyan re rawestîne û wiha got: "Emê zextê li hikûmeta Almanya, Amerîka û Tirkiyeyê bikin da ku dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdoxan piştgiriya çeteyên DAIŞ'ê bisekinîne û deriyên sînor li hemberî alîkariyên mirovî ji bo Rojava veke. Gelê Rojava yê resen qurbaniyan dide. Em ê bi hemû hêz û derfetên xwe kar bikin ku alîkariyan pêşkêşî vî gelî bikin."

´Alîkariya YPG´ê bikin´

Norman Peatch bal kişand ser berxwedana YPG'ê û wiha destnîşan kir: "Yekîneyên Parastina Gel ev du sal in li Rojavayê Kurdistanê li ber xwe dide. Hêzên YPG'ê ji bo parastina gelê Êzîdî çû Çiyayên Şengalê û li rex Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) beşdarî çeperên şer bû. Ev yek mijara sereke ya dezgehên çapemeniyê bû. Bi vê yekê me YPG'ê û rêgezên wê nas kir. Di vê serdanê de jî me dît ku YPG'ê dikare li dijî DAIŞ'ê şer bike, lê pêdiviya wê bi alîkariyan heye. Ji bo vê jî em bang li hemû dewletên herêmî dikin ku piştgiriya hêzên Kurdî bikin û hemû cureyên alîkariyan pêşkêşî wan bikin. Me jî ji aliyê xwe ve li Almanyayê rê li ber rêxistina ÎZIL a alîkariyan DAIŞ'ê dike, girt û wê wekî beşekî DAIŞ ragihand."

Peatch diyar kir ku bûyerên Şengalê gelek xal û rastiyên li ser erdê ji raya giştî re derxistine û got: "Partiya Karkerên Kurdistanê ku ev demeke dirêje navê terorê liser e, berê xwe da Şengalê û parastina welatiyan ji çeteyên DAIŞ'ê kir û ji bo wê jî gelek qurbanî danîn. Ji bo vê jî divê cîhan bi tevahî vî navî li ser PKK'ê rake."

AMÛDÊ