Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de gelek gavên serkeftî hatin avêtin. Di hemû warên jiyanê de destkeftiyên mezin hatin bidest xistin. Xebatên TEV-Çand jî xebateke pir giring bû di vê qonaxê de. Gelek ciwan ji bo parastina çanda xwe tevlî xebatê dibin. Li bajarê Til Timer jî navenda TEV-Çand di 1’ê Qanûna 2012’an de hat vekirin, pê re komên giştî, komên xweser û yên zarokan jî hatin avakirin. Di nav de beşên şano, stran, dîlan û teknîkê jî hene. Rêveberiya TEV-Çand Demokratîk a bajarê Til Temir Sîmav Hisên xebatên çandê nirxand.


‘Ji bo parastina çanda gelan em dixebitin’

Sîmavê diyar kir ku divê her gel li çanda biparêze û wiha axivî: “Li Rojava pêşxistina xebatên çandê xwedî wateyek girîng e. Ji ber vê me sazîbûn esas girt. Navenda çandê li bajarê Til Temir me vekir û gelek pêkhate tê de cihê xwe digirin. Ji bo parastina çand gelên Ereb, Kurd, Suryan û Asûrî em dixebitin.”


Tunekirina çanda gelan esas digire

Sîmavê anî ziman ku ew di pêvajoyên zehmet re derbas bûne û wiha pê de çû: “Me gelek zehmetî di destpêka xebata xwe de dîtin, herî zêde jî di guhertina hişmendiya civakê ya ku bi salan ji rastiya xwe hatibû dûrixistin. Li her çar aliyê Kurdisanê zext û polîtîkayê înkarkirinê li dar e. Bi giştî kapîtalîzmê her dem bi tunebûn û qedexekirina çanda gelekî xwestiye ku civakê parçe bike. Pergala kapîtalîzmê tune kirina çanda gelan esas digire. “


‘Êdî li Rojava her kes çanda xwe dijî’

Sîmavê bal kişand ser zehmetiyên ku rû bi rû mane û bi vî rengî peyivî: “Ji bo rakirina hişmendiya kapîtalîzmê ya ku bi hezarê salan di mejiyê civakan de hatiye bicihkirin, me gelek astengî kişandin. Lê me bi îsrareke xurt ew zehmetî ji bo xwe kire hêz û me di nava civakê de kar û xebatê çandê domand. Me dikarîbû çanda xwe bi pêş bixin, hêdî hêdî zarok, keç û xort tevlî xebatê bûn. Li Rojava piştî kedên mezin êdî her kes çanda xwe dijî. Kes çanda xwe li ser yê din ferz nake, bi vê yekê re rengê demokrasî û wekheviyê jî li ber çavan diyar e.” 


Beşên TEV-Çand li gundan 

Her wiha Sîmavê bi lêv kir ku wan li gundan dest bi xebatê çandê kirine û wiha domand: “Ji bo berfirehkirina xebatê dê li gundan jî beşên çandê werin vekirin. Jixwe navenda çanda resen û kevnar gund in. Me wekî TEV-Çand a bajarê Til Temir di vê mehê de dest bi hemleyekê kiriye, ji bo parastina çandê em ê xebatên xwe li gundan bi rêvebibin. Beşên mîna govend, şano û stranan wê werin vekirin. Li kêleka vê ji bo endamên TEV-Çandê perwerdeyên derbarê dîroka çandê de tên dayîn, hem giştî û hem xweser. Ev perwerde bi armanca xurtkirina xebatê tên dayîn. Jixwe piraniya çalakiyên ku li bajar tên lidarxistin em weke endamên TEV-Çand organîze dikin.”


Divê ciwan werin 

Sîmavê di dawî de hêviyên xwe yên xurtkirina xebatan anî ziman û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ji tevahî gelê xwe yê Til Temir bi hemû pêkhatiyê xwe ve hêvî dikin ku tevlî xebata TEV-Çand bibin. Wê demê wê jiyan bi gelek reng û çandên cuda were xemilandin. Divê mirov li çanda xwe xwedî derkeve, ger li çanda xwe xwedî dernekeve tê wateya ku ne li xwe û tu kesî xwedî dernakeve. Em bang li ciwanên ku welat terk kirine jî dikin werin û tevlî xebatê înşakirina çandê bibin dikin.”



SORGUL ŞÊXO / TIL TEMIR/JINHA