Çend roj berê ansîklopediya înteraktîf Wîkîpedîa, Tirkiye jî xist lîsteya welatên ku lê şerê navxweyî heye. Di nexşeya Wîkîpediyayê de navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê yên ku lê şer didome, hatiye nîşankirin. Yanî raya giştî ya cîhanî êdî çawa li Iraq, Sûriye û Lîbyayê mêze dike; bi heman çavî li pêşketinên li Tirkiyê temaşe dike. Feraseta dijkurd, Tirkiye xiste vê rewşê… 

Ji xwe di encama polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û jiholêrakirina miletekî bi 40 mîlyonî de payîna welateke aram; xewn û xeyalek bû û serdestên Tirk ev 93 sal e, xwe bi vî xeyalî dixapînin…

Kurd hebûn, hene û wê her hebin û her kes, hêz û rejîmên ku berevajî vê rastiyê xewnan dibînin, mehkûmê xeyalşikestinê ne. Rastiya Kurdî, hêzên serdest ên herêmî û cîhanî giştan mecbûr dihêle; ku statûkoya siyasî ya li Rojhilata Navîn were guhertin û ahengeke nû ya ku vîn û statûya Kurdan jî tê de hebe, bê damezrandin…

Bi hevdugirêdana siyasetên li her beşên Kurdistanê re bingeha vê rastiyê saxlemtir dibe. Piştî Başûr, îro bi taybetî pêşketinên li Rojava hêviyê hên xurtir dikin, ku Kurd êdî nema bê statû bijîn. Pêşketineke li parçeyekî welêt, bandorê li ser rewşa parçeyên din jî dike…

Wekî tê zanîn; Tirkiyê him li hundir û him jî li derve bi hemû hêza xwe di nava pêşîgirtina destketiyên Kurdan de ye. Bi taybetî jî li dijî rojava siyaseta komplo û şantajê bikartîne. Ev demek e, her roj sê çar caran; an Erdogan, an Davutoglu û an jî berdevkekî din ê dewleta Tirk bi zimanekî tûj û heqaretî qîre qîr dikin û ji serdestên cîhanî dixwazin ku PYD û YPG-YPJ’ê wekî ’terorîst’ qebûl bikin 

Lê her carê, berdevkên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) demildest bersiv didin û îdiayên nûnerên rejîma Tirk diderewînin ku ew di derbarê hêzên Kurdî de mîna Tirkiyê nafikirin û pesend dikin ku hêzên herî serkeftî yên li dijî DAÎŞ’ê têdikoşe, hêzên Kurd in…

Di vê navberê de dîplomasiya li ser rewşa Sûriyê jî zêde dibe. Amerîka û Rûsyayê li hev kirin ku ji 27’ê Sibatê şûnde li Sûriyê agirbest bikeve meriyetê. Sûriye û hêzên Kurdî (YPG-YPJ) jî aşkere kirin ku ew ê gorî agirbestê tevbigerin. 

Wer xuya ye; ku li gel sekinandina şer, ji bo siberoja Sûriyê jî guftûgo her berdewam in. Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed aşkere kir ku hêzên navdewletî ji bo Sûriyeyeke ku ji sê herêmên federal pêk bê de nêzî hev difikirin. Her çiqas Îlham Ehmed detayên guftûgoyan tam aşkere neke jî, ji gotinên wê tê famkirin; ku rêveberiya xweser a demokratîk a li kantonên Rojava pêşdikeve, wê ji çareseriya pirsgirêka giştî ya Sûriyê re jî bibe wek mînak.

Sernivîsa rojnameya amerîkî New York Timesê (24.02.16) jî gotinên Îlham Ehmed piştrast dike: “Hikûmeta Tirk ji ber dijminahiya Kurdan, welatê xwe kişand nav şerê li Sûriyê û şer hên tevlêhev kir… Gereke Erdogan dev ji bombebarandina Kurdên Sûriyê berde û ji bo çareseriyeke bi pêkhatina herêmeke xweser a Kurdî ya di rojên pêş de, bi Amerîkayê re hevkariyê bike…“ 

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry hên wêdetir çû û got, “Eger agirbersta ku hat îlankirin ji bo çareseriyê kêr neyî; pilanê B wê bikeve meriyetê, ku ew parçebûna Sûriyê ye…“

Yanî hêzên serdest jî êdî qanih bûne; ku Sûriye bi cografî wekî berê yekparçeyî bimîne jî, bi îdareyî rejîm wê biguhere û bibe pirrengî. Mînakê rejîma Sûriyê ya siberojê jî ev çar sal e li Rojava tê avakirin û bi ferasetekî pirrengî tê rêxistinîkirin.

Li Rojava statûyê Kurdan bi xweseriya demokratik mayînde dibe û dor tê guftûgokirina statûyê Kurdên Bakur. Eger Kurd xwe sist nekin û li her qadan bi yekîtî û rêxistinî têkoşînê gurtir bikin, pêşketinên îro gişt nîşan didin; ku îsal ji bo Bakur jî deriyê statûyekî siyasî wê bê vekirin…