Bi rasthatina Roja Aştiyê ya Cihanê 1´ê Îlonê û rasthatina salvegera sisiyan a mirina Ellen Jaedicke, li bajarê Elmanyayê Hamburgê li Goristana Ohlsdorfer pêşangeheke wêneya bi navê “Rojava-Bihara Jinan” hat vekirin.

Meclisa Jinan Rojbîn û Weqfa Jinên Azad WJAR´ê pêşangeh organîze kir. Li vê goristanê, li cihê pêşangehê ji bo Ellen Jaedicke lewhayeke bibîranînê heye, û li ser wiha dinivîse, ku Ellen Jaedicke “jineke evîndarê mirovan bû, li rêyên avakirina civakeke azad û piştgir digeriya. Wê îlhama xwe ji jinên hez ji azadiyê dikin yên rabihuriuyê û yên îro wergirt û wisa jî di Tevgera Jinan a Kurd de wê hêz û kolektîvî dît, ya ku ew her bi hesreta wê bû… Ew ji organîzatorên Konferansa 1´ê ya Jineolojiyê bû û Foruma Civakî ya Mezopotamyayê ya 1´ê bû. Ew her wiha ji organîzatorên Kampanya Tatort Kurdistanê bû ku endama herduyên din bû. Ew li Buroya Jinê ya ji bo Şatiyê CENÎ, li Meclîsa Jinan Rojbîn û UTAMARA´yê kar kir. Li Kurdistanê jî navê Stêrk lê hat kirin.”

Ellen Jaedicke 2´yê Îlona 2016´an ji ber pençeşêrê wefat kir. Li ser daxwaza xwe jî li Baxçeyê Jinan hat veşartin.

Gihandina hev a têkoşîn û hevpariyên jinan

Pêşangeha wêneyan bi xwe behsa wê têkoşînê dike ku bû îlham ji Ellen Jaedicke re.  Ew bi wêne û metnan Rojava û Şoreşa wê bi mêvanên xwe dide nasîn. Nexasim jî struktûrên rêxistinên jinan di nava Konfederalîzma Demokratêk de nîşan dide. Di metna destpêkê ya pêşangehê de gotinên Hevseroka MSD´ê Îlham Ehmed tên bibîrxistin: “Ji bo me mesele, ew e, ku (şoreş) bibe Bihara Jinan”.

1´ê Îlonê li Baxçeyê Jinan pir jî di navbera têkoşînên cihê yên jinan de hatin danîn û îşaret bi hevpariyan hat kirin. Jixwe li baxçeyî lewhayên têkoşîna Anne-Marie Vogler (30´ê Gulana 1983´yan wefat kir), Anna Banaschewski (4´ê Gulana 1981´ê wefat kir) û gelek jinên din hene ku ji bo şoreşa civakî bi dostanî û kolektîvîzmê her têkoşiyane.

Pêşangeha “Rojava – Bihara Jinan” wê hefteyekê li mêvanan vekirî be.

HAMBURG