The Economist got; “Bi awirên wê yên tîr re, şalê wê yê qot ê bi kevir şuştî û nîqaşa azadiyê, Dilşat Aktaş aktîvîsteke çepgir a tîpîk e. Di Gulanê de li Enqereyê hilkişiya ser wesayîta polîsan a zirxî da ku mirina aktîvîstekî din ê ku li Herêma Behra Reş, li Hopayê rastî êrîşa gaza îsotê hatibû û miribû. Niha Stî Aktaş bi bastonan(gopalên bin çengan), bi kulekî dimeşe; polîs gelekî hişk tevgeriyan li hemberî wê û parsûyê wê şikandin dema ku dixwest bireve. Ew bi cixare kêşanekê dibêje:“Dixtor dibêjin başbûn wê sê salan li ber xwe bide."
Gilîkirinên wê ji aliyê dozgerekî herêmê ve hate paşguhkirin. Omur Çagdaş Ersoy, xwendekarek e, hewl da ku bi bedena xwe wê biparêze, tenê xzwest wê biparêze. Niha Ersoy li Enqereyê bi 15 xwendekaran re di girtgehekê de ye. Êdî bi tawanbariya ku endamtiya baskê rêxistinekê tarî û nediyar a ya çekdarî tên darizandin. Tiştên ku li dijî wan û di aleyhê wan de hatin bi dest xistin kovar û weşanên çepgiran ên li dijî şer bûn, lê tenê çekek jî nehatiye bi dest xistin. Bavê Omur Çagdaş Ersoy, Fatîh beg bi ken dibêje, "Wan sîwaneke şikestî dîtin, ew jî birin"
Huseyin Aygun, mebûsê xalefetê yê CHP'ê ye, îdîa dike ku ji 500'î zêdetir xwendekar bi hinceta ku endamên rêxistinên terorîstî ne di girtîgehan de ne. Gelek xwendekar ji wan ji ber ku li dijî polîtîkayên perwedehiya bêpere û tenduristiyê derketine û protesto kirine, yan jî kesên reeda wijdanî kirine yan jî bi zimanê Kurdî mafê perwerdehiyê xwestine. Li dadgehan îdîanameyên ku berê ji zanîngehan re hatine şandin hatin xwendin. Ya rastîn xwendekar ji xwe berê hatine mahkûmkirin. Huseyîn Aygun dibêje; "Dadgeh hemû bi dadgerên alîgirên AKP'ê hatine dagirtin û hemû pergal li dijî mûxalîfên AKP'ê di nava liv û tevgerê de ye."
'Helwesta Erdogan tund dibe'
Kovara The Economist diyar dike ku li Tirkiyeyê rewşa xwendekaran di bin siya rewşa rojnamevanan de winda dibe. Kovara Îngilîz balê dikişîne ku ji Çînê jî zêdetir, li Tirkiyeyê rojnamevan li pişt şibakên hesin in û wiha dinivîsîne; “Piraniya wana qaşo di bin navê “têkiliya wan bi terorê re hene” doza 76 rojnamevanan de di vê hefteyê de hatiye destpêkirin. 47 heft parêzer hatin girtin, ji vana gelek ji wan ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan parêzertiyê dikin. Recep Tayyîp Erdoganê ku berê ji ber helwesta wî ya reformîst pesnê wî dihate dayîn, her ku diçe turdtir dibe. Hûlya Çapar a BDP’yî dibêje ku ji sala 2009 ve 15 jê şaredar, bi giştî herî kêm 3500 çalakên Kurd, di bin navê lêpirsîna KCK’ê ya ku tê îdîakirin pêkhateya PKK’ê ya li nava bajarane, de têne sucdarkirin û hatine girtin.
'TMK dozan bêwate dike'
Kovarê got; "Dozên di çarçoveya sucên zagona “şîlo” ya li dijî terorê, ya li Tirkiyeyê her ku diçin zêdetir dibin, ji ber vê zagonê ev doz gelek caran bê wate jî dimînin. Rojnamevan Cengîz Dogan ji sala 2009 ve bi hinceta endamê KCK’ê ye, di girtîgehê de ye, bi beşdarbûn çalakiyek a PKK’ê ya di meha nîsanê de tê sucdarkirin. Rojnamevan Ezgî Başaran nerazîbûn nîşanî vê helwestê da û got; “Ger ev yek rast bûya, diviyabû ev kes di heman demê de li du cihan bûya.
Di meha cotmehê de profesora hiqûqê Buşra Ersanli, piştî ku der barê mijarên weke Xweseriya Baskê ji endamên partiya xwe BDP’ê re axivî, di bin navê terorê de hate girtin. Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn got; "Xizmên wî yên balkêş hene" û hewl da ku Ersanliyê sucdar nîşan bide.
Helwesta Rojava
Wisa dixuyê ku Rojava nabîne ku mafê mirovan her ku diçe li Tirkiyeyê xirabtir dibe, li şûna wê bi bûyîna modela Bihara Ereban pesnê Tirkiyeyê dide. Balyozek ê Ewrûpayî li Enqereyê milê xwe dihejîne û dibêje; “Tirkiye bi pirsgirêkên xwe re rû bi rû ye, ji ber meseleyên ewlekariyê jî pêwîstiya Emerîkayê bi Tirkiyeyê heye.”
ANF/LONDON