ALÎ OZŞERÎK / ZURICH
Yek ji kovarên bi tesîr ên Swîsreyê "Beobachter" hejmara xwe ya Kanûnê ji têkoşîna Kurdan re veqetand. Dosya wê ya sereke û berga wê bi sernivîsa "Kurd - li her derî şer / Şerê navxweyî yê Sûrî çawa heta bi Swîsreyê hat" ev mijar ragihand. Ji mijara xwe ya bergê re kovarê 8 rûpel veqetandin. Kovarê got, Kurd her bi zor û zilmê hatine tepisandin, lê pêvajoya Şoreşa Rojava ev guhertiye. Fikrên di kovarê de derdikevin pêş ev in:
Aramî hebû Tirkiyeyê xira kir
"Tirkiye dixwaze herêmên xweser ên li bakurê Sûriyê tine bibin, xelkê vir ji cihê xwe bên kirin. Ji bo vê jî sloganên Erdoganê terorîst li kolanan tên gotin. Piştî dagirkeriya 9´ê Cotmehê slogana ´Ji bo Rojava rabe ser piyan´ gihişt zanîngeh û navendên çandê yên Swîsreyê. Çalakger her hefte xwepêşandanan organîze dikin ku pê destekê didin rêveberiya xweser û balê dibin ser felaketên insanî.
Ji bo çar milyon Kurd, Ereb, Êzîdî, Asûrî û Tirkmenî berxwedana Rojava gelekî muhim e. Gava ku wan şerê DAIŞ´ê dikir jî wan xwerêveberiyên demokratîk damezrandin. Di bin banê vê rêveberiya xweser de ew bi aramî û aştiyê diman. Li Rojava azadiya dîn, pirrzimanî, wekheviya jin û mêran misoger kirin. Erdogan bi operasyona xwe ya navê "Kaniya Aştiyê, destek da terorzîma DAIŞ´ê, bi hezaran mirov koçber bûn û bi sedan mirov hatin kuştin."
Divê dewleta Tirk bê dadgehkirin
Di nivîsên kovarê de tehlûkeya ku tirkiye dikare veguhere Pakistaneke duyem hat kirin. Hat gotin îslamîstên tundraw li deverên dagirkirî hatin bicihkirin. Wekî din pirsgirêkeke alîkariya insanî jî heye ku kovar behsa wê dike; ji ber ku Heyva Sor a Kurd navneteweyî nayê qebûlkirin, Xaça Sor a Navneteweyî alîkariya insanî nade heyva Sor a Kurd û ev pirsgirêkeke cidî ya insanî ye.
Di kovarê de fikra serdozgera Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ICC) û endama berê ya Komîsyona Lîpirsînî ya Sûrî ya NY´yê Carla Del Ponte jî cihê xwe girt. Wê got, "Erdogan û dewleta Tirk sûcê şer dikin û divê bên dadgehkirin. Xweşdîtina sûcên şer ji bo civaka navneteweyî rûreşiyeke mezin e."