Piştî heyeta parlamenterên Almanya serdana herêma Rojava kirin, duh vegeriyan Silêmaniyê û derbarê serdana xwe de civîneke çapemeniyê li dar xist. Civîn li otêla Silêmanî Plas hat li darxistin. Cîgirê serokê giştî yê Partiya Çep a Almanya Jan Van Ake ku partiya mûxalalifetê ya herî mezin e, wiha got: “Em ji ber sê sedeman hatin. Ew jî rewşa hilbijartin û guhertinên piştî hilbijartinê. Herwiha wekî kesekî biyolog min baş dît ku serdana Helebce û rojavayê Kurdistanê jî bikim.”
Jan Van Aken diyar kir ku piştî wan xwest derbasî Rojava bibin astengî ji wan re hat çêkirin û wiha got: “Dema em gihiştin ser sînorê Sêmalka, ji aliyê serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hûsên ve bi bihaneya rewşa ewlekariyê xirab e, pêşî li me hat girtin û em neçar bûn bi rêya Bexdayê derbasî Rojava bibin. Tişta wan di got aramî tuneye, tiştekî bi vî awayî nebû û tenê ew bihaneya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû.”


‘PDK çûna Rojava asteng dike’

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Çep diyar kir ku ji ber du sedeman ew hatin astengkirin û wiha got: “PDK naxwaze ti dîplomatkar û rojnamevan serdana Rojava bikin û ji bo rastiyan bibînin. Ji ber ez kesê yekemîn im min karî wekî dîplomat biçim Rojavayê Kurdistanê. Sedema duyemîn jî, di vê serdanê de ji min re derket holê Rojava ji çar aliyan ve di bin ambargoyê de ye. Herwiha hikûmeta Tirkiyê li dijî wê rêveberiya demkî ya li Rojava ye. Li Iraq û Sûriyê jî bi heman awayî ye. Herwiha sînorê navbera başûrê Kurdistanê jî bi heman awayî ye û Barzanî jî ew sînor girtiye. Vê jî bandorekî pir xirab li Rojava kiriye.”
Jan Van Aken di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “Rojavayê Kurdistanê ji bo bi hev re jiyana gelan bûye cihekî demokratîk. Ji ber tişta min li wir dît, jiyanekî durî fikir û îdeoliyan bû û hemû bi çavekê dihatin dîtin.”
Cîgirê serokê giştî yê Partiya Çep daxwaz ji serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku dergehê sînor ê navbera Rojava û Başûr de veke û wiha got: “Birêz Barzanî, dergehê sînor veke û bila Kurd ji birçan nemirin.”
Parlamenterê parlamentoya Herêma Kurdistanê yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Salar Mehmûd jî destxweşî li şanda parlamenterên Almanya kir û wiha got: “Emê di demên pêş de li ser wê yekê xebatê bikin ku Herêma Kurdistanê rêveberiya demkî bi awayekî fermî nas bike. Sînorên ku dijminan dirûst kirine, wê ji aliyê vîna gelê me ve werin hilweşandin. Em hemû piştgiriya şoreşa li rojavayê Kurdistanê dikin.”
Jan Van Aken wiha got: “Li Rojava cihê ku em çûbanê, jin û mêran bi hev re kar dikirin. Rêjeya kotaya jinê ya di hilbijartina were encamdayîn de jî wê sedî 40 ji bo jinê be. Tişta li rojavayê Kurdistanê heye, me li parlamentoya Almanya nedîtiye. “


GORAN PÊNCWÎNÎ /ANF/SİLÊMANÎ