
Endamê Desteya Bilind a Kurd (DBK) Aldar Xelîl ku tevlî civîna salvegera damezirandina hêzên ewlekariya netewî “Polîs“ a Qamişlo bû û di civînê de axivî. Xelîl anî ziman ku, dema behsa lidarxistina civîna Cenevre 2 tê kirin hin hêzên herêmî û navnetewî ku serkêşiya wan Amerîka û Tirkiye dikin di nava hewldanan de ne ku di Cenewreyê de behsa Kurdan neyê kirin. Xelîl da zanîn ku, eger di civînê de behsa pirsgirêka Kurdan neyê kirin dê rewşa Sûriye û Rojava bixe rewşeke hesas de.
Aldar Xelîl got: “Amarîka û Tirkiye bi armanca ku Kurd nikaribin bi şandeyek serbixwe ya bi navê Desteya Bilind a Kurd (DBK) tevlî Cenewre 2 bibin, ji ENKS’ê xwest tevlî koalîsyonê bibe.”
Xelîl anî ziman ku, hêzên navnetewî û herêmî derbarê doza Rojava de helwestek ne di cih de dikin û wiha dom kir:” Rojava beşek ji Sûriyê ye û pêwîste pirsgirêka Kurd di Cenewreyê de bê gotûbêjkirin. Pêwîste hemû alî baş bizanin ku, heger di civîna Cenewreyê de doza Kurdî nekeve rojevê tê wateya ku pirsgirêka Sûriyeyê nayên çareserkirin.”
‘Li ser şoreşê bazirganiyê dikin’
Derbarê peymana firotina neftê ya di navbera Tirkiye û hikûmeta Başûrê Kurdistanê de jî Aldar Xelî ev tişt gotin:” Ev peyman li ser hesabên Rojava hatiye îmzekirin. Nefta Başûr li aliyekî mêzênê ye û Rojava li aliyê dine, bi rastî li ser şoreşa me bazirganiyê dikin.”
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî piştî hevdîtina bi Nûnerê Taybet yê NY ê Sûriyeyê Lexder Brahîmî li Cenewreyê pêkanî ji Stêrk TV re axivî û dabû diyarkirin ku, hêzên dixwazin Kurd beşdarî civîna Cenewre-2 nebin hene.
Muslim anî ziman ku, bi taybet hêzên ku di sala 1920’an de li Lozanê statûkoya li ser înkara Kurdan avakirin, hewil didin ev statûko berdewam bike. Muslim destnîşan kiribû ku, şovenîzma Ereban, israra înkara dewletên Tirk û Îranê li ser Kurdan berdewame û ji bo ev statûko berdewam bike, naxwazin Kurd li tu deveran bibin xwedî gotin.
Muslim di axaftina xwe de hişyariya eger Kurd beşdarî civîna Cenewre-2 nebin dê çareseriya vê pirsgirêkê dirêj bibe û anî ziman ku, heta vîn û daxwaza nêzî 4 milyon Kurdên li Rojava jiyan dikin bê qebûl kirin ew dê bitêkoşîn.
QAMIŞLO
Gedo: Pêwîste DBK’ê tevlî Cenevreya-2 bibe
Sekreterê Partiya Çep a Dermokratîk a Kurd li Sûriyê Salih Gedo diyar kir ku pêwîste Kurd bi şandeyeke serbixwe û bi navê Desteya Bilind a Kurd (DBK) beşdarî civîna Cenevre-2 bibin. Gedo got ku armanca Prtiya wan ew e ku di nava Sûrya demokratîk de doza Kurdan bê çareserkirin û mafên Kurdan ên rewa bêne misoger kirin. Gedo bibîr xist ku DBK’ê nûnerê rewa ya gekê Kurde lewma pêwîste herdû herdû meclîsên kudî MGRK û ENKS’ê pirsgirên di navbera xwe de çareser bike da ku karibin şandeyeke serbixwe ya bi navê DBK beşdarî civîna Cenevrayê 2 bibin. Gedo, da zanîn ku Kurd dikarin bi yekîtiya xwe mafên xwe yên rewa di qada navnetewî de biparêzinsiyasetên dijber ên dewleta Tirk ku li dijî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk tên vala derbixin. Di dawiya hevdîtina xwe de Gedo careke din banga yekîtiyê li hêz û rêxistinên Kurdan kir û ev tiş gotin:” Têkoşîna YPG`ê doz û şoreşa Gelê Rojavayê Kuristanê li her çar aliyên cîhanê da nasîn û pêşde bir.”