YPG: Mîrasa ku şehîd Xebat û hemû şehîdên azadiyê ji yekîneyên me û gelê şoreşger re hiştiye têrê dike ku bi hezaran nifşên civaka me li ser xeta parastina rewa, xwe bi rêxistin bikin û pergala azadiyê bê dawî misoger bikin.
Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî 8’emîn salvegera şehadetê ya fermandarê xwe yê damezrîner Xebat Dêrik de daxuyaniyeke nivîskî weşand û Dêrik bi bîr anî. Bi hezaran şêniyên Dêrik û Girkê Legê jî şehîd fermandar Xebat Dêrik di 8’emîn salvegera şehadeta wî de tevî 147 şehîdên din ên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûn, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi bîr anîn.
YPG’ê di daxuyaniyê de got; “Di 8’emîn salvegera şehadeta damezirînerê Yekîneyên Parastina Gel şehîd Xebat de, em xençera xiyanetê ku hêviyên şoreşa azadiyê kirine hedef, lenet dikin, li hember xiyanetê, teror û dagirkeriyê bê dudilî xwe bi rêxistin bikin û serketinan bi dest bixin. Weke fermandarî û hemû yekîneyên YPG, di serî de fermandarê nemir şehîd Xebat Dêrik, li pey şopa hemû şehîdên şoreşê yên ku bê dudilî di xeta parastina rewa de pêşengtiya me kirin, em ê armancên şoreşê bi ser bixin û mezintir bikin.
Kesayetên mezin ew kes in ku kesayet, civak û xwezaya xwe nas dikin, hemû hebûn û derfetan bi kedeke mezin bê teredud bi rêxistin dikin û ji tinebûnê serketin û jiyana azad diafirînin.”
Em ê xiyanetê tê bibin
YPG’ê di dewamê de xiyanet rûreş kir û got; “Xiyanet, teror û dagirkerî bi hemû rêbazên ne exlaqî û kirêt êrişî nirxên şoreşê dike. Yekîneyên me, li ser bingehê ku şehîd Xebat Dêrîk ji hêza me re daniye, xiyanet, teror û dagirkeriyê rojane têk dibin û serketinên mezin bi dest dixin. Mîrasa ku şehîd Xebat û hemû şehîdên azadiyê ji yekîneyên me û gelê şoreşger re hiştiye têrê dike ku bi hezaran nifşên civaka me li ser xeta parastina rewa, xwe bi rêxistin bikin û pergala azadiyê bê dawî misoger bikin.”
YPG’ê herî dawî got; “Em Fermandariya Giştî û hemû hêza YPG´ê, di 8’emîn salvegera şehadeta sazûmankarê hêzên me, fermandar Xebat Dêrîk de soza dewamkirina meşa li ser rêya şehîdên şoreşê de dubare dikin û diyar dikin ku heta dawiyê em ê bibin misogeriya destketiyên şoreşê û azadiyê.”
Fermandarê şoreşê bû
Li goristana Şehîd Xebat Dêrik jî bibîranîna wî û 147 şehîdên din hebû. Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê, Girkê Legê, şandeyên ji Rêveberiya Xweser û şervanên YPJ/YPG`ê berê xwe da Goristana Şehîd Xebat Dêrik û fermandar Xebat Dêrik û 147 şehîdên ku di Mijdar, Kanûn û Çile de li cihên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn.
Merasîma bibîranînê bi rêûresmeke eskerî ya şervanên YPG`ê dest pê kir. Di merasimê de berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd axivî û got şehîd Xebat ji aliyê kesên xayîn ên ku azadiya gelan red dikin ve hatiye şehîdkirin. Mehmûd bi bîr xist kir ku rola şehîd Xebat di derxistina holê ya cewherê şoreşê de sereke bû. Wî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Heta serketinê têkoşîn
Li ser navê malbata şehîd Xebat, biraziyê wî Şivan Mihemed hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn û soz da hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ew ê heta pêkanîna armancên şehîdan, şopdarên rêya wan bin û teqez kir ku ew ê li dijî faşîzma Tirkiyê asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin.
Bi navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Seîd Sîpan jî got: “Divê her kes heta serketinê şopdarê rêya wan be û li dijî dagirkerên ku dixwazin aramiya herêmê xirab bikin, bisekinin.”
Malbata şehîd Xebat wêneyeke wî diyarî şervanên YPG’ê kir.
Piştre şênî û şandeya Rêveberiya Xweser bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” gul li ser gora şehîd Xebat danîn.
ANHA / QAMIŞLO