
Li paytexta Franseyê Parîsê pêr Nûneriya Rojava bi awayekî fermî vebû. Di merasîma vekirinê de ji bilî elaqeya siyasî, elaqeya çapemeniya Franseyê bal kişand ser xwe. Franse di wî warî de girîng e ji ber ku hem demeke dirêj di siyaseta Sûriyê de bi awayekî çalak cih digire, bi gelek komên cihê yên muxalif û hêzên eskerî û siyasî yên herêmê re têkiliyên wê hene. Bi ser de jî ji 5 endamên daimî yên Desteya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ye. Li ser armanca vekirina nûneriyê, girîngiya wê em bi nûnerê PYD´ê yê Franse Dr. Xalid Îsa û bi nûnera Herêmên Rojava li Ewrûpa û DYE´yê Sînem Mihemed re peyivîn.
Danasîn û dannîşana Rojava
Dr. Xalid Îsa li ser armanca sereke ya Nûneriya Herêmên Rojava li Franseyê got, "Em dixwazin Rojava li vir bidin xuyakirin, danasîn û wê nîşan bidin. Li vir îtîraf bi me tê kirin weke nûneriya Rojava. Ev îtîraf bi bi awayekî fermî tomarkriina nûneriya me jî piştrast e. Lê ev îtîraf ne di asta dewletê de ye. Em dewlet nînin û jixwe doza me ya siyasî alternatîfeke gelan e."
Berjewendiyên gelên Rojava
Nûnerê PYD´ê li Franseyê Dr. Xalid Îsa îşaret bi karê xwe yê esasî kir û li ser mijarê got, "Karê me yê esasî ew e ku em berjewendiyên gelên Rojava biparêzin. Nûneriya berjewendiyên wan bikin û di rêya berjewendiyên wan de têkiliyan deynin û xurt bikin." Dr. Xalid Îsa îşaret bi elaqeya nîşandayî ya ji bo nûneriyê di çapemeniya Fransî de jî kir û got, "Tevahiya saziyên çapemeniyê yên neteweyî yên Franseyê amade bûn. Hem kanalên televizyona dewletê û hem jî yên din. Wekî din rojnamevanên ji tevahiya rojnameyên sereke hatibûn."
Franse li dijî terorê destekê dide Rojava
Dr. Xalid Îsa li ser asta qebûla Rojava li Franseyê jî qebûla fermandarên YPG û YPJ´ê li qesra serokatiya Franseyê bi bîr xist û got, "Serokkomar Holland jî, rayedarên mayî yên Franseyî jî di têkiliyên heyî de piştrast dikin ku di şerê li dijî terorê de ew bê şert û merc destekê didin Rojava. Ev nuqteyeke girîng e. Helbet Franse dewleteke mezin e û bi tevahiya hêzên li deverê bi rengekî têkiliyê wê hene û li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Lê girîng e ku di şerê li dijî DAIŞ´ê de destekê bide Rojava."
Nûnerî wê kordînasyonê xurt bike
Dr. Xalid Îsa behsa cihê Franseyê di siyaseta navdewletî de kir û îşaret bi endametiya wê ya Desteya Ewlekariyê ya NY´yê kir. Li ser vê babetê Dr. Xalid Îsa got, "Franse yek ji 5 endamên daimî yê Desteya Ewlekariyê ye. Hebûna nûneriyê di vî warî de jî girîng e. Wekî din di şerê li dijî terorê de hevkariyek heye. Bi vê nûneriyê wê kordînasyona di navbera Franse û Rojava de di vî warî de xurttir bibe."
Ji karên lezgîn e ambargo
Li ser pirseke li ser ambargoya li dijî Rojava jî, Nûnerê PYD´ê li Franse got, "Ji karên nûnertiyê ye rewşa heyî ya li Rojava darî çav bike. Niha ambargo tesîreke gelekî xirab dike li ser jiyana welatiyan. Ji ber wê jî nûnertî vê rewşê wê bide xuyakirin. Ev ê ji karên nûnertiyê be, ji erkên wê be ku pê rabe. Heke sibe mijareke din ji bo berjewendiyên Rojava derkeve pêş, hingê nûnertî wê ji bo wê bixebite."
Dîplomasiya gelan
Berpirsyara Têkiliyên Derve ya Rojava Sînem Mihemed jî îşaret bi girîngiya hebûna nûneriyên Rojava li Ewrûpa kir û bi bîr xist ku nûnertiya wan beriya niha li Stockholmê ji bo welatên Skandînavyayê hemûyan hatiye vekirin, wekî din nûnertiya Rojava li paytexta Elmanyayê Berlînê jî gelekî girîng e, ji ber ku hem Elmanya hêzeke aborî ya xurt e li Ewrûpa û hem jî têkiliyên wê yên bi Tirkiyeyê re wê ji bo Rojava girîng dike. Sînem Mihemd îtîraf bi aktîfbûna dewleta Fransî li Sûriyê û Rojava kir û got, "Lê belê nûneriya me wê ne bi tenê têkiliyên bi rayedarên hikûmet û dewletan re bi pêş bixe. Ev jî girîng e, lê elaqatên bi civaka sivîl re jî. Ji armancên me ye ku em hevkariya bi miletên van welatan re bi saziyên wan ên civaka sivîl re jî bi pêş xistin."
Sînem Mihemed wekî din got ji bo wan girîng e ku bibin bersiv ji pêdiviyên welatiyên Rojava ên miameleyên fermî li Franseyê jî û nûnerî wê hewl bide vê yekê pêk bîne.
Li ser pirsekê Sînem Mihemed got, niha plan nakin hin nûneriyên din vekin li Ewrûpa, lê nûneriya Washingtonê niha di nava plansaziya wan de ye û girîngiyê pê didin.
Elaqatên dîrokî bi Franseyê re
Dr. Xalid Îsa bi bîr xist ku elaqatên Franseyê bi Rojava re nû nînin, paşxaneyeke wan a dîrokî heye û weha peyivî: "Hîna ji sala 1921´ê ve elaqatên dîrokî hene. Franse Rojava bi ser xaka Sûriyê ve kiriye. Bajarê Qamişlo jî Franseyî daye avakirin. Bi ser de jî belgeyên arşîvê yên hingê hene ku planên Franseyê yên xweseriyeke ji bo Rojava piştrast dikin. Hîna hingê Franse xwedî fikreke otonomiyê ye ji bo Rojavayê Kurdistanê. Em ev belge li vir li nûneriyê jî daliqandin ji bo îşaret bi dîrokîbûna van elaqatan û dîroka hevpar bikin."