Bajarên Rojava di Roja Kobanê ya Cîhanê de bi daxuyanî û xwepêşandanan Berxwedana Kobanê bi bîr anîn û destnîşan kirin ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê divê herkes bi berpirsyarî tevbigere. Bi mebesta roja Kobanê li Efrîn, Girê Spî, Amûdê, Hesekê,Helebê û Şamê çalaki hatin lidarxistin.

Bi hezaran welatiyên Efrînê di Roja Kobanê ya cîhanê de meşiyan û Kobanê silav kirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya li Kantona Efrînê bi armanca silavkirina Roja Kobanê ya Cîhanê bi kordîneya bi Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) re meşeke organîze kir. Di meşê de Endamên Rêveberiya Xweser, nûnerên partiyên siyasî, ciwan, endamên saziyên civaka sivîl û bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê beşdar bûn.

Welatî li Çerxerêya Newroz kom bûn û pankartên ku berxwedana Kobanê silav dikin hilgirtin û wêneyên Arîn Mîrkan û berxwedêrên Kobanê bilindkirin.

Meş ji Çerexerêyê dest pê kir û bi dirûşmeyên meşvanan li nava taxên sereke yên bajar geriya.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa jî axivî û got ku hêzên paşverû dixwestin ku Kobanê bikin goristana Şoreşa demokrartîk a ku gelê Rojava daye destpêkirin û wiha domand: “ Lê belê bi lehengî û berxwedana Kobanê ev xwen û xeyalên wan bi bin ketin û Kobanê bû goristana çete û terorîstan.”

Endamê Rêveberiya TEV-DEM’ê Mustefa Hesen jî bal kişand ser hilbjiartinên Bakurê Kurdistanê û diyar kir ku çawa ku Kobanê bi ser ket, dê gelê Bakurê Kurdistanê jî bi ser bikeve.


Li Hesekê li du navenda daxuyanî

Partiya Yekîtiya Demokratîk, Partiya Çep a Kurd û Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a bajarê Hesekê daxuyaniyek da. Daxuyaniya ji bo roja Kobanê ya Cîhanê hate dayîn ji aliyê endamê Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a PYD’ê Şahîn Hisên ve hate xwendin.

Şahîn got ku di 1’ê Mijdarê de ew wekî sê partiyên siyasî hevgirtina xwe bi hêzên demokratîk ên cîhanê re radigihînin.

Hisên bang li hemû hêzan kir ku piştigriya Projeya Jinûve Avakirina Kobanê bikin û piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk di rizgarkirina tevahiya herêmên Sûriyeyê de bikin.


Mamoste jî  daxuyanî dan

Peymangeha Şehîd Çiya ya bajarê Hesekê li navenda peymangehê ya li taxa Salihiyê daxuyaniyek dan.

Daxuyanî bi beşdariya dehan mamsote û xwendekaran ji aliyê Rêveberê Peymangehê Şerzad Elî ve hate xwendin.

Şerzan Elî got: “Di wekî vê rojê de li tevahiya cîhanê gel daketin qadan û gotin ’Berxwedana Kobanê’. Kobanê bi serkeftina xwe hemû pîlanên dagirkeriyê vala derxist û ji cîhanê re bûye nimûne.


Rêveberiya Girê Spî daxuyanî da

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajarê Girê Spî roja Kobanê a Cîhanê bi bîr anî û roja Kobanê silav kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajarê Girê Spî bi armanca silavkirina roja Kobanê ya cîhanê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna hevserokên Meclîsa rêveber Mensûr Selûm, Leyîla Mustefa, hemû serokên meclîsan, Meclîsa Ruspiyan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û gelek ji rûspiyên êlan li avahiya rêveberiyê, hat dayîn.

Destpêkê Serokê Meclîsa Rêveber Mensûr Selûm axivî û got ku ew berxwedana Kobanê a ku di cîhanê de deng veda û Kobana ku bi saya xwîna têkoşeran hat rizgarkirin, silav dikin û wiha domand: “Di Berxwedana Kobanê de gelek bedelên giranbûha hatin dayîn. Şehîdên me ji bo jiyaneke azad û birumet û ji bo mirovahiyê canê xwe feda kirin. Bi seya wan em li ser vê axê jiyan dikin.”


Xeyalên xernexwazan pêk nehat

Hevseroka meclîsa Rêveber a Girê Spî Leyîla Mustefa jî got: “Divê em vê roja pîroz û berwedaniya ku hêzên YPG/YPJ’ê ya li hember çeteyên DAIŞ’ê dan meşandin, qet jibîr nekin. Gelek aliyên xêrnexwaz digotin ku wê îro Kobanê bikeve û sibe bikeve lê bi saya berxwedana bê hempa û xwîna pakrewanên me hemû pîlanên dijmin vala derketin û Kobanê bi ser ket.”


Amûdê jî roja Kobanê silav kir

Meşa Kantona Cizîrê ya ji bo roja Kobanê pêr bi beşdariya sedan welatiyan li Amûdê hat lidarxistin û di meşê de nûkirina soza piştgiriya bi Kobanê û Şoreşa Bakurê Kurdistanê hat dayîn.

Meşa Kantona Cizîrê ku Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê bi armanca silavkirina roja Kobanê ya Cîhanê li bajarê Amûdê organîze kiribû bi dawî bû. Di meşê de bi sedan welatiyên ji hemû bajarên Kantona Cizîrê, endamên Rêveberiya Xweser, hevseroka PYD’ê Asya Abdullah, hevserokatiya meclîsa TEV-DEM’ê ya Kantona Cizîrê, seroka meclîsa rêxistina Yekîtiya Star ya Kantona Cizîrê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl, beşdar bûn.

Meş ji pêşiya Navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava de dest pê kir. Welatiyên ku dimeşiyan dirûşmeyên silavkirina berxwedana Kobanê, berz dikirin, soza dewamkirina berxwedanê û piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê didan. 


Soza ji nû ve avakirinê divê pêk bê

Serokê Melîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso di çalakiyê de axivî û bal kişand ser berxwedana Kobanê û got: “Kobanê bi berxwedana xwe ya li hember çeteyên DAIŞ’ê şerê ji bo tevahiya mirovahiyê kir. Kobana ku li hember Çeteyan li ber xwe da û ev berxwedan bi serkeftinê tacîdar bû, niha li benda sozên avakirinê ye. Divê mirovahî xwedî li soza ku daye derkeve, da ku jiyana li Kobanê ji nû ve geş bibe.”

Hiso di dawiya axafina xwe de berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk silav kir û hemû têkoşerên berxwedana Kobanê bi bîranîn. 


Kobanê bû nasnameya mirovahiyê

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah jî diyar kir ku di roja 1’ê Mijdarê de hat peyitandin ku dilê tevahî cîhanê li Kobanê lê dide û berxwedana Kobanê bû berxwedana sedsalê û nasnameya mirovahiyê.

Asya Abdullah spasiya tevahiya welat û gelên cîhanê yên ku piştgirya Kobanê kirin û hiştin ku ev roja bibe Roja Kobanê ya Cîhanê, kir û got: “Di vê rojê de berxwedan, felsefeya demokrasiyê, edalet, jin û biratî bi ser ketin. Em bi saya xwîna şehîdan gihiştin vê rojê.”

Piştre Cîgira Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Êlîzabêt Gewriya jî axivî û got ku berxwedana Kobanê dê weke efsaneyekê bimîne, vê berxwedanê îsbat kir ku îradeya gelan têk naçe. 


ANHA/AMÛDÊ/GIRÊ SPÎ/EFRÎN/HESEKÊ