
Tekoşîna Jinan
Owen li Rojava yekîneyên Yekîtiya Star ên têkoşînê didin meşandin ziyaret kir û got; “Axa xwe û mirovên xwe diparêzin, ez ji têkoşîna jina Kurd gelek bi bandor bûm. Jinan bi rengekî cidî xwe bi rêxistin kirine. Li her gundî mal û akademiyên wan hene. Li van malan hamû pêdiviyên jinan tên tedarikkirin. Bi taybet jinên ku herî mexdûrê şerê dijwar ê li Sûriyê tê meşandin dixwazin bîrînên wan bipêçin, li milê din jî li eniyan şer dikin. Ez li navendên Jinên girêdayî YPG’ê geriyam. Jinên ciwanên ku li vê derê li dijî rêxistina El Qaîdê yên cîhadperest ji bo axa xwe biparêzin şer dikim, mirovan bandor dikin.”
Felsefeya Ocalan pêk hatiye
Owen ragihand ku mijareke din herî zêde bandor lê kiriye pêkhatina felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Rojavayê tê jiyîne û da zanîn, ku li wê derê tişta herî zêde tê jiyîn wekheviya zayendiye. Owen çavdêriyên xwe wiha dom kir; “Îdeolojiya Ocalan li her qadê ketiye meriyetê, jin û zilam di her astê de bi awayekî wekhev tên temsîlkirin. Ereb, Xiristiyan, Elewî û hemû beşên baweriyên cuda li Rojava bi awayekî wekhev dijîn. Di asta temsîlkirinê de wekhevî heye. Heta niha li Rojava nêzê 200 hezar kes rastî koçeriya navxweyî hatine. Evana ji bajarên Sûriyeyê yên cuda reviyane hatine. Piranî ji Erebên Xiristiyan pêk tên. Ev yek pêşketineke gelek girîng e ku ewana bi awayekî aştiyane li gel Kurdan dijîn û mînakeke hêzan e.”
PKK ji lîsteya terorê derxin
Owen, anî ziman ku divê PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' ya Ewrupayê bê derxistin û wiha bang li hêzên navneteweyî kir: “ Brîtanya, DYA, NY û YE, divê rêxistina Tevgera Azadiya Kurdan PKK’ê ji lîsteya terorê derxin. Kurdên ku sed sal e azadiya wan ji wan hatiye stendin, lazime niha piştgiriya wan bê kirin. Kurd li Sûriyeyê dikarin, li gel hev dijîn, sîstemeke demokratîk ava kirine û ev sîstem ji bo hemû Sûriyeyê di asta ku bibe modelekê de ye. Ji ber ku ev sîstem li Sûriyeyê sistemeke ku çareseriya wekheviya zayendî û azadiyê ya yekane ye. Ya herî girig jî lazime hêzên navneteweyî çekên ku didin rêxistinên cîhadperest rawestînin.”
Ji Owen xebatên hêja
Parêzvana Mafên Mirovan a Navneteweyî Margaret Owen herî zêde bi mafê jinê re mijûl dibe, di asta navneteweyî de di vê mijarê de tê naskirin. Li zanîngeha Cambridge ya Brîtanyayê mezûn bûye. Pişte li zanîngeha London School of Economicsê beşa civaknasiyê xwendiye. Damezrînera rêxistina Navneteweyî NGO, ‘Widows for Peace Through Democracy’ (WPD) ye û di bin dîrektora Margaret Owen de bi awayekî rêk û pêk di derbarê statuya jinê de di asta Neteweyên Yekbûyî de civînan li dardixe. Owen beşdarî gelek organîzasyonên navneteweyî bûye û Kurdan jî ji nêz ve nas dike. Owen çend caran ji bo hilbijartinên Tirkiyê û dadgehên siyasî wek çavdêr çûye Tirkiyê. Wek piştgirî ‘Kampanyaya li Kurdistanê Aştî’ ya navenda wê li Îngilîstanê ye organîzeya wê bi rêve biriye.
LONDON