Komîteya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Rojava dema lidarxistina şêwra yekîtiya neteweyî diyar kir.
Yek ji xalên sereke yên şêwra ku di 15-17 Tîrmehê li Silêmaniyê hat lidarxistin, lidarxistina şêwran li parçeyên din ê Kurdistanê û Ewrûpa bû.
Li ser vî esasî, Komîteya KNK ya Rojava, li Kantona Qamişlo civîneke çapemeniyê li dar xist û dema lidarxistina Şêwra Kurdî li Rojava îlan kir. Komîteyê da zanîn ku ew ê bi partiyên Kurdî yên Rojava, Saziyên Civaka Sivîl û kesayetên serbixwe re bicive.
Di civîna çapemeniyê de, Endamê Komîteyê Luqman Ehmî daxuyaniyek xwend û got: ″Dijminên gelê Kurd, nexasim piştî îlankirina referandûma Başûrê Kurdistanê û sîstema Federal li Bakurê Sûriyeyê, dijminatiya xwe ya li dijî gelê Kurd raber kir. Lewma pêwîst e mala Kurdî di zûtirîn demê de bi lidarxistina Kongreya Neteweyî jinûve bê rêxistinkirin.″
Komîteyê eşkere kir ku şêwra Rojava wê di 15-16′ê Îlona bê de bê lidarxistin. Lê derbarê cihê wê de ti agahî parve nekirin.
Paşê rê li ber pirsên rojnemevanan hat vekirin û li ser pirsa ″Gelo dê Partiyên ku beşdarî şêwra Silêmanî nebûn, careke din bên vexwendin?″ Komîteyê got, heta kêliya beriya lidarxistina şêwrê, deriyê beşdarbûnê li her kesî vekiriye.
ANHA/QAMIŞLO