Desteya Rêveberiya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê li navenda Aştiya Navdewletî ya Karîngî ya paytexta Lubanê Beyrûtê, Semînerek berfireh lidar xist.

Di semîêrerê de, Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif û endamên Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Nimet Axa û Lêkolîner Mihened Elî, lêkolîner Xandî Sarî û rêveberên hejmarek navendên lêkolînê ên Lobnanê, hejmerak rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr û seroka Weqfa Asûriyan a Lobnanê amadebûn.

Me bixwe parastin kir

Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif axivî û çawaniya avakirina Komîn û meclîsên di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de rave kir û destnîşan kir ku pêkhateyên Bakurê Sûriyê rastî gelek astengiyan hatin û hîn jî gelek astengî didomin.

Yûsif da xuyakirin ku pêkhateyên Bakurê Sûriyê bi xwe parastina xwe kir û saziyên pêwîst ji bo rêveberiya jiyanê li Bakurê Sûriyê ava kirin û diyar kir ku nûnertiyeke rewa ya pêkhateyan di rêveberinê de pêk hatiye û wiha dom kir: ʺÇareserkirina aloziya Sûriyê di riya projeya Federaliya demokratîk de ye. Ji ber ku dewleta navendî , yek alî û înkarkirina nasnameyên cur be cur sedema sereke ya aloziya Rojhilata Navîn e. Bila her gulek rengê xwe hebe û ciwantiya xwe di baxçeyekê de jiyan bike.ʺ

Yasayên taybet hene

Endama Desteya Rêveberiya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Nimet Axa jî di semînerê de axivî û diyar kir ku li Bakurê Sûriyê yasayên taybet bi jinê dad û wekheviyê di nava Federaliya Demokratîk de pêk tîne û destnîşan kir ku Ereb, Kurd, Suriyanî, Asûrî û hemû pêkhateyên din bi hev re herêmê ji terora komên çete yên DAIŞʹê diparêzin û herêmên xwe birê ve dibin.

Di semînerê de her wiha projeyên çareseriyê û sedema dûrxistina Kurdan û pêkhateyên Bakurê Sûriyê ji civînên di bin navê çareserkirina aloziya Sûriyê de têne lidarxistin hatin nîqaşkirin. 


BEYRÛT