Joey Lawrence: Heyva Sor a Kurd li bereyên şer alîkariya dide wan mirovên ji ber dagirkeriya Tirk a Sûriyê ji cih û warên xwe bûne. Ew alîkarên wêrek in ku bûne armanca êrişan, hatine qetilkirin, lê dîsa jî karê xwe yê wêrek li Rojava û ji Rojava û wêde dewam dikin.
Wênegirê ciwan Joey Lawrence ê ku di dema şerê li dijî DAIŞ´ê de li Şengal, Başûrê Kurdistanê û rojava gelek portreyên şervanan belge kirin, eşkere kir ku ew ê temamê dahat ji pêşangeha li Muzexaneya Emnesoreke ya li Silêmanî weke bêş bide Heyva Sor a Kurd. Wî got, ew alîkarên insanî yên wêrek in ku di şertên zehmet de bi hewara mirovan de diçin.
Wênegir Joey Lawrence ê ku berê bi wêneyên (pirranî portre) şervanên Kurd ên şerê DAIŞ´ê kirin kitêbek jî weşand, pêr da zanîn ku ew ji bo pêşangeheke li Emnesore ya li Silêmanî vedigere Kurdistanê. Di vê pêşangehê de ew ê wlneyên şervanên Kurd, Ereb û yên din nîşan bide ku şerê “tîranan (zaliman)” dikin.
Ev pêşangeh wê 2´yê Mijdarê dest pê bike. Di pêşangehê de ji kitêba wî ya bi navê We Came From Fire: Kurdistan’s Armed Struggle Against ISIS (Em ji êgir hatin: Şerê Çekdarî yê Kurdistanê li dijî DAIŞ´ê) jî bi 50 wêneyan înstalasyonek wê cih bigire.
Joey Lawrence diyar dike ku ew ê gelek nusxeyên kitêba xwe jî bi xwe re bibe Silêmaniyê.
Workshop ji bo wênegirên Silêmanî
Di çarçoveya pêşangehê de Joey Lawrence wê 3 û 4´ê Mijdarê workshopekê bike: Joey Lawrence wê tevî wênegirên ji Başûrê Kurdistanê li kolanên Silêmanî bigerin û li ser wênegiriya portreyan û dema piştî hilberînê, dersan bide. Kesên di xwazin beşdar bibin jî divê xwe li Metrography (@Metrography) ku yekane ajansa wênegiriyê ye li temamê Iraqê.
Dahat hemû dibe alîkariya ji Rojava re
Joey Lawrence herî dawî jî ev agahî da: “Em ê dahata ji firotina kitêb, wêneyan û ya ji workshopê hemûyî bidin @HeyvaKurd (Heyva Sor a Kurd) /
@HeyvasorUK (Heyva Sora Kurdistanê li Meliktiya Yekbûyî); ew (Heyva Sor a Kurd) li bereyên şer alîkariya dide wan mirovên ji ber dagirkeriya Tirk a Sûriyê ji cih û warên xwe bûne. Ew alîkarên wêrek in ku bûne armanca êrişan, hatine qetilkirin, lê dîsa jî karê xwe yê wêrek li Rojava û ji Rojava û wêde dewam dikin.”
LONDON