Braunschweig: Li Braunschweigê pêr bi hezaran kes li Schllosplatz hatin cem hev û meşiyan. Rêxistinên çep ên Elman û Yekîtiya Hêza Demokratîk destek dan meşê. Slogana "Kujer Erdogan" û "Terorîst Tirkiye" jî hêrsa çalakgeran li dijî hevkariya AKP´ê bi çeteyên DAÎŞ´ê re nîşan dida.
Munster: Li bajarê Munsterê pêr komkujiya li Kobanê hat protestokirin. Qederê 200 kesî beşdarî meşê bûn. Çalakgeran hovîtiya DAÎŞ´ê şermezar kir û xwest Tirkiye dev ji hevkariya xwe ya bi hovîtiyê re berde.
Bremen: Li Bremenê jî pêr bi beşdarbûna hezaran kesî çalakiyeke protestoyî pêk hat. Meşê ji ber stasyona navendî ya Bremenê destpê kir. Girseyê li ber Parlemana Eyaletê bi axaftinan çeteyên DAIŞ’ê şermezar kir.
Hamburg: Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Meclîsa Jinan a Rojavîn û Yekîtiya Hêza Demokratîk li gara navendî ya trênê ya Hamburgê nêzî 2 hezar kesî civiyan. Parlamentera Partiya Çep a Hamburgê Cansu Ozdemîr got, êrîşkaran sînorê Tirkiyeyê bi kar anîye û xwest Elmanya li dijî Tirkiyeyê bibe xwedî helwest.
Giessen: Li bajarê Giessenê jî bi beşdarbûna sedan kesî êrîşa Kobanê hat şermezarkirin. Girse li Berlînerplatz civiya û di nava bajêr re meşiya. Endamên Partiya Çep, Yekîtiya Sûryaniyên Ewropayê û AKM Giessenê jî beşdarî çalakiyê bûn.
Strasbourg: Li bajarê Franseyê Strasbourgê mîtîngek hat li darxistin. Nûnerê Partiya Sosyalîst a Franseyê, nûnerê Eniya Çep û Partiya Komunîst a Franseyê û nûnera herêma Alsace a Komeleyên Elewî Muhammer Sagan axivîn û DAIŞ şermezar kirin.
Draguignan: Li bajarê Franseyîê Draguîgnanê jî Kurdistaniyan têkildarî êrîşa Kobanê belavok belav kirin. Di belavokan de hat xwestin ku divê raya giştî ya Franseyê bêdeng nemîne.
Bordeaux: Li bajarê Bordeauxyê qederê 300 kesî beşdarî çalakiya şermezarkirina komkujiyê bûn û ber bi Sefaretxaneya Tirk ve meşiyan. Siyasetmedarê Kurd Felat Marînos di çalakiyê de got: “Li hember me dijminekî wisa bê exlaq û nemerd heye ku, şer jî bê exlaq dimeşîne.”
Lorient/Rennes: Kurd dostên wan ên Bretonî li Lorientê li ber Dêra Kerentrech civiyan û dest bi meşê kirin. Di axaftinên piştî meşê de hat diyarkirin ku welatên YE’yê li dijî hevkariya DAIŞ û Tirkiyeyê bêdeng dimînin û hat gotin ku wê heta dawî bibin destekvanê berxwedana Rojava. Li Rennesê jî meşa şermezarkirina komkujiya li Kobanê ji ber Troîs Soleîl destpê kir.
Stockholm: Komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya li Kobanê li paytexta Swêdê Stockholmê bi xwepêşandanekê hat protestokirin. Xwepêşandanê pêr li Meydana Sergel pêk hat. Di axaftinan de, ji êrîşa bi ser Kobanê de DAIŞ û piştgir û hevkarê wê hikûmeta Tirkiyeyê berpirsyar hat girtin û bang li Netewên Yekbûyî û saziyên navneteweyî hat kirin ku Tirkiyeyê şermezar bikin.
Linz: Li bajarê Awûsturyayê Lînzê bi meşekê hovîtiya hat şermezarkirin. Girseya li Schillerpark kom bû ber bi navenda bajarê Lînzê meşiya. Di meşê de bi dirûşmên, "Turkei Terrorîst”, “Erdogan Terrorîst" kîna li dijî hevkariya Tirkiyeyê bi hovîtiya DAÎŞ´ê hat îfade kirin,
Sidney: Endamên Komeleya Kurd a bajarê Awûsturalyayê Sîdneyê û dostên Kurdan doh li meydana Town Hall komkujiya li Kobanê şermezarkirin. Qederê 2 hezar kesî lanet li çeteyên DAIŞ’ê anîn.
NAVENDA NÛÇEYAN
Kurdistan bû Kobanê
Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûnên li dijî êrişên çeteyên DAÎŞ´ê yên li dijî Kobanê, dewam dikin. Welatiyên navçeyên Ranya, Bawenûr û Kelar û Qeladizê komkûjî şermezar kirin.
Li seranserê Başûr çalakiyên ji bo Kobanê
Piştî ku pêr êvarê li Silêmaniyê û Hewlêrê hovitiya çeteyên DAIŞ’ê bi çalakiyan hat şermezarkirin welatiyên Ranya, Kelarê jî di navê de li gelek navçe û bajarokên din ên Başûrê Kurdistanê bi çalakiyan komkûjiya Kobanê şermezar kir.
Pêr bi şev li Kelar a ser bi rêveberiya Germiyanê li pêşiya Parka Leyla Qasim xwepêşandanek hat lidarxistin. Di xwepêşandanê de dirûşmeyên ´Şermezar be Xelîfeyê DAÎŞ´ê Erdogan´, ´Bijî Berxwedana Kobanê´ bal kişandin ser hevkariya Erdogan bi DAÎŞ´ê re û hevkariya xelkê navçê bi KObanê û Rojava re nîşan dan.
Welatiyên bajarokê Bawenûr ê girêdayî qezaya Kelar jî êrişa çeteyên DAIŞê ya ji nav xaka Tirkiyê li dijî Kobanê şermezar kirin. Welatiyan daxwaz ji Herêma Kurdistanê kirin ku Tirkiyê di vê mijarê de hişyar bikin.
Pêr bi şev li Ranya ya ser bi Silêmaniyê jî meşeke bi meşale hat lidarxistin. Di meşê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişa çeteyên DAIŞê ya li dijî Kobanê hat şemezar kirin.
Pêr êvarê li Rewandûzê jî şaredariyê û saziyên sivîl çalekiyeke şermezarkirina komkujiya Kobanê li dar xist. Komîteya Amadeker bi daxuyaniyekê bang li Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê û civaka navneteweyî kir da ku li hemberî kiryarên çetayan bê deng nemînin û alîkariya pêwîst bi gelê Rojavayê Kurdistanê re bê kirin.
Qeladizê got, Tirkiye DAÎŞ e
Pêr êvarê li pêşiya Baxê Giştî yê navçeya Silêmaniyê Qeladizê jî çalakiyeke şermezarkirinê hat lidarxistin. Bi sedan welatî tevlî çalakiyê bûn. Endamê Tevgera Azadî Elî Qadir komkûjiya Kobanê û hevkariya dewleta Tirkiyê ya bi çeteyên DAÎŞ´ê re şermezar kir.
NAVENDA NÛÇEYAN