Di salvegera 20’an a komploya navneteweyî de li bajarên Stockholm, Borlange û Gavle yên Swêdê, li bajarên Fransayê Montpellier û Marsîlyayê û li bajarê Swîsreyê Luzernê çalakî hatin lidarxistin û tecrîd hate şermezarkirin. Çalakgeran daxwaza azadiya Ocalan kir.

Çalakiya li Stockholmê li kolana Drottnîngsgatanê pêk hat. Jinan pankarta li ser nivîsandî “Azadî ji Ocalan re” hilda û belavok belav kirin. Çalakgeran der barê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahî dan raya giştî.

Çalakgeran bang li CPT´yê jî kir ku li dijî tecrîdê bi erka xwe rabe.

Li Borlangeyê çalakî bi pêşengiya Ciwanên Azad pêk hat. Bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Şefîk Agir got, komploya 9’ê Cotmehê ji bo şikandina îradeya gelê Kurd hate kirin, lê belê bi berxwedana Ocalan û gelê Kurd hate pûçkirin. Agir destnîşan kir ku di encama vê berxwedanê de gelê Kurd li Rojava û Bakurê Kurdistanê bû xwedî destketiyên girîng.

   

Agir Swêd û Yekîtiya Ewrûpayê sûcdar kir ku li pêşberî tecrîdê bêdeng in û bang li CPT û rêxistinên civakî yên sivîl kir ku li ber tecrîdkirina Ocalan rabin.

Li bajarê Gavleyê jî, bi banga Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad meşeke bi meşaleyan hate lidarxistin û komplo hate şermezarkirin. Çalakgeran ji bo azadiya ocalan belavok jî belav kirin.

Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu

Komploya navneteweyî li bajarê Lûzern jî bi çalakiyê hat şermezarkirin. Li Theaterplatzê konê agahdarkirinê hate vedan û pankarta li ser nivîsandî “Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re” hate daliqandin.

Belavokên bi zimanê Elmanî yên li ser tenduristî, jiyan û ewlekariya Ocalan hatin belavkirin. Çalakî danê êvarê qediya.

Li bajarê Montpellier ê li başûrê Fransayê jî çalakî hebû bi heman armancê. Çalakî ji aliyê NCDK´a bajêr û Komuna Jinê ve hate organîzekirin û li meydana Comedieyê dezgeh hat danîn. Belavokên li ser komployê hatin belavkirin û raya giştî hate agahdarkirin.

Komplo bi ser neket

Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F) Cevat Guneş li meydana çalakiyê got, “Komplo bi ser neket; Rojava nîşaneya vê yekê ye. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e. Heta ku Rêber Apo azad bibe wê têkoşîna me bi rengekî bê navber bidome.”

Çalakiya protestoyî ya li bajarê Marsîlyayê bi destê Ciwanên Azad hate lidarxistin û bi sedan kes beşdarî bûn.

Qisekeran li qada mîtîngê got, heta agahiyê ji Ocalan bigirin wê çalakiyên xwe bidomînin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN