KNK’ê encamnameya kongreya xwe ya 19’an ku li Hollandayê di dawiya hefteya derbasbûyî de pêk anî bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Di daxuyaniya KNK’ê de hate ragihandin ku kongreya 19’emîn li ser bingeha destketiyên 20 salan ên KNK’ê pêk hat.
Di encamnameyê de hate gotin, “19mîn Civata Gîştî ya KNKê bi beşdarîya zêdetirî 350 endam û mêvanan di rojên 18, 19 û 20ê Cotmeha 2019an de, li Hollandayê pek hat.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 19’emîn kongreya KNK’ê di nava mercên şerekî dijwar de ku dewleta Tirk êrîşî Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hate kirin û hate gotin, “Ji ber vê sedemê erîşên dagirkerî yên dewleta tirk li ser Rojavaya Kurdistanê bûn mijara sereke ya Civata Gîştî. Hemû beşdarên Civata Gîştî, şerê dewleta Tirk ya dagirker yê li ser Rojava, wek erîşeke li ser hemû nirx û destketiyên kurd û Kurdistanê nirxandin. Partî û rêxistinên siyasî û rêxistinên civakî yên beşdarî Civata Giştî bûbûn, hemû nakokiyên navbera Kurdan dane alîkî û helwesteke neteweyî nîşan dan. Hemûyan bi yek dengî digohtin: Azadî û statûya Rojavaya Kurdistanê, pêşeroja me hemî Kurdistaniyan e.
Konferanseke yekîtiya neteweyî
Pêwîstîya yekîtiya neteweyî êdî ji bo parastina gel û welêt mecbûrî ye. Ji ber vê jî, pêwîste ku di demeke kurt de konferansek yektîya neteweyî pêk were, da ku staretjiyeke hevbeşa Kurdan derkeve holê.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN