Nûnerên rêxistinên Asurî, Suryanî û Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê bal kişandin ku pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, ji bo azadiya tevahiya gelên Rojhilata Navîn fersendek gelekî dîrokî ye û diyar kirin ku ew dê piştgiriyê bidinê.

Nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di Newroza Amedê li pêşberî nêzî 2 milyon kesan hate xwendin, wekî perçeyên din ên Kurdistanê û tevahiya cîhanê li ser pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê jî bandorek mezin çêkir. Nûnerên partî û rêxistinên Kurd, Suryanî û Asurî nêrînên xwe yên derbarê mijarê de ji ANHA’yê re vegotin.
Berpirsyarê Rêxistina Asurî Gibraîl Muşê, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberekî herî li pêş e û destnîşan kir ku, nameya wî jî ji bo bedêngkirina çekan û rawestandina herikîna xwînê ku bi salane li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê didome, gelekî girînge. Gibraîl destnîşan kir ku, bandora nameyê wê li herêmê û Rojhilata Navîn tevahiyê çêbibe û wiha dom kir: “Em vê pêngava ku Ocalan daye destpêkirin ji bo bidestxistina mafên di çarçoveya netewî de wekî firsendeke dîrokî dibînin. Em di wê baweriyê de ku ev pêvajo tenê ji bo Kurdên Tirkiyeyê ji bo Kurdên herçar perçeyên Kurdistanê girîng e û her wiha wê bandora xwe li ser hemû gelên Rojhilata Navîn çêbike. Ev pêvajo wê ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkên ku bûne koregirêk rê veke û wan bi rêbazên demokratîk çareser bike.”
Muşê, destnîşan kir ku ew wekî rêxistina Asurî piştgiriyê didin vê pêvajoyê û hêvî dikin ku hemû alî piştgiriyê bidinê. Muşê, bal kişand ku li pêşiya gelên herêmê qasî vê pêngavê tiştekî girîngtir tuneye û bang li hemû aliyan kir ku li dijî hewldanên têkbirina pêvajoyê hişyar bin.

'Wê bandor li ser herêmê çêbike'

Hevserokê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) Ebdilselam Ehmed anî ziman ku, ev fersendek dîrokî ye û divê komara Tirkiyê bi erênî nêzîk bibe, pêdiviyên wê bicîh bîne. Ehmed, destnîşan kir ku eger Tirkiye pêngavên girîng bavêje wê ev pêvajoya deriyan ji Tirkiyê veke ku li Rojhilata Navîn rolek girîng bilîze. Her wiha ger ku rast nêzîk bibe wê dostaniya 40 milyon Kurdan jî qezenç bike.
Berpirsyarê Partiya Demokratî Pêşverû ya Kurd li Suriyê (PDPKS) Ehmed Silêman destnîşan kir ku, ev pêngavek dîrokî ye û ger ku dewleta Tirk erênî nêzîk bibe û pêdiviyên wê bicîh bîne, wê bandora wê li ser tevahiya herêmê çêbibe.

'Tiştên pêwîst emê bikin'

Endama Komîteya Têkiliyan a TEV-DEM’ê Hediye Yusuf destnîşan kir ku, ev proje ji bo careserkirina pirsgirêka Kurd a li çar perçeyên Kurdistanê û gelên herêmê ye û anî ziman ku ewê wekî TEV-DEM’ê ji bo pêkanîna pêdiviyên pêvajoyê tişta dikeve ser milê wan bikin. Yusuf, bang li hemû aliyan kir ku bi hesasiyet tevbigerin.
Serokê Partiya Demokratî Kurd li Sûriyeyê Nesreddîn Îbrahîm jî anî ziman ku, ev pêvajo ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a li hemû Rojhilata Navîn gavek dîrokî ye û got ku ev ne cara yekê ye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyên bi vî rengî dide destpêkirin. Îbrahîm got ku, ew wekî PDKS’ê wê bi hemû hêza xwe piştgriya vê pêvajoyê bikin. 

ANHA/QAMIŞLO




‘Helwesta xwe zelal bikin’


Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bal kişand ku, pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, gelekî binirx dibînin û xwest ku ji bo serkeftina wê hemû kes helwesta xwe nîşan bidin. Koordînasyona TEV-DEM’ê ya Rojavayê Kurdistanê, di derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, pêngaveke binirxe û wiha hat domandin: “Ev israra li ser guhertinê ye, berdewama xebata demokratîk û aştiyane ye. Mîsogerkirina pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20 sal beriya niha di dema Turgut Ozal de dabû destpêkirin e. Em wekî TEV-DEM’ê vê pêvajoyê gelekî binirx dibînin. Ji bo ku biser bikeve divê hemû kes helwesta xwe nîşan bidin. Li dijî hewldanên valaderxistina pêvajoyê jî divê tedbîr bêne girtin. Em dibêjin ku ger ev pêngav li Bakûrê Kurdistanê biser bikeve wê pêvajoya bihara gelan a Rojhilata Navîn û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê jî biser bikeve. Pêvajoya em dijîn ji bo gelê Kurd dîrokî ye.” 


Yekîtiya Star: Emê têbikoşin

Rêxistina jinê ya Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star di derbarê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, pêngava Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi riyên siyasî û demokratîk, her wiha ji bo yekîtî û azadiya gelên Rojhilata Navîn jî projeyek gelekî nirx e. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, Yekîtiya Star jî vê pêngavê gelekî binirx dibîne û ji bo serkeftina pêngavê wê bi hemû hêza xwe têbikoşe. Di berdewamadaxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Ger ku ev pêvajo biserket wê pêngaveke dîrokî be ji bo hemû gelê Kurd. Em wekî rêxistina jinan çi bikeve ser milê me emê pêk bînin û hewldanên me nasekinin. Em di wê baweriyê de ne ku dê ev pêvajo pirsgirêka Kurd çareser bike û di nava gelên herêmê de aştiyê pêk bîne.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku, pêwîste hemû netew û rêxistinên siyasî yên din jî helwesta xwe ya erênî nîşan bidin.

PYD: Banga biratiyê ye

Partiya Yeketiya Demokratîk (PYD) di derbarê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di Newroza Amedê hatibû xwendin, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku peyama Ocalan li dijî dijminahiya di navbera gelan de tê derxistin banga biratiyê ye û ev tişt hatin gotin: “Ev name bingeha peymanek di navbera hemû civakên Rojhilata Navîn de ava dike. Em dikarin li ser vî bingehî Rojhilatek Navîn a demokratîk ku hemû gel, ol û netew, hindiknetew, bawerî xwe tê de bi awayekî azad îfade bikin, ava bikin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, pêşketinên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê tên dîtin nîşan didin ku, gelê Kurd pêşengiya demokratîkbûnê dike û bi çareresiya pirsgirêka Kurd wê li hemû Rojhilata Navîn demokratîkbûn pêk were. Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku, berpirsyariya vê gava dîrokî dikeve ser milê hemû aliyên li Rojhilata Navîn û hate diyarkirin ku, PYD wê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bide vê gava aştiyane û dîrokî.