Di mehên pêşiya me de li Rojava hilbijartin lidardikevin. Ji niha ve amedekarî ji bo biserxistina vê prosesa demokrasiyê tên kirin. Divê hemû partî û hêzên siyasî li Rojava beşdarî van hilbijartinan bibin. Ev yekemîn hilbijartinên demokratîk ên di dîroka Rojava de ne. Di demekê de tên lidarixstin ku Rojava berxwedanek mezin li dijî hêzên tarî û terora cîhanî bi rê dibe. Bi taybet li Kantona Cezîrê, ji bilî Kurdan, niha Ereb û Suriyanî jî xwe ji bo beşdarbûna van hilbijartinan amede dikin. Li gorî encaman dê şêweyê rêveberiya nû ya kantonê diyar bibe.
Derbarê van hilbijartinan de ji aliyê hin hêzên di nava ENKS de rexne hatin pêşkêşkirin. Ew dibêjin niha ne dema hilbijartinan e. Divê rewş hinekî aram bibe!. Bê guman ev hinceteke ne di cih de ye. ENKS li dijî avakirina Kantonan û YPG jî bû. Digot divê Kurd li hêviya 'serkeftina şorşa Sûriyêye' bisekinin û tu forma rêveberiya yekalî saz nekin. Lê ya rastî ew e ku ENKS ji hilbijartinan ditrse û dizane ku hêza wê dê diyar bibe û nema dikare doza fifty-fifty li TEV- DEM ê bike.
Peymana Dihokê û lihevkirina ENKS û TEV- DEM'ê li ser avakirina 'lêvegera siyasî' nayê wateya lihevparkirina desthilatdariyê li Rojava bi şêweyekî nedomkratîk. Divê li Rojava hilbijartin xwedî gotina dawî be. Bi gotinek din, dê hilbijartin rêvebiriyek nû ya kantonan derbixe û ew dê nûneratiya gelên Rojava û îradeya wan a siyasî bike. Dê ev hilbijartin partiya/partiyên desthilatdar û partiya/partiyên muxalefetê derbixe holê. Divê her kes li gorî vê rastiyê tevbigere. Peymana Dihokê tu mafî nade kesekî ku bê hilbijartin desthilatdariyê bike. Ev yek nabe…
Jixwe rewşa li Rojava û Sûriyeyê qet nabe hincet ku hilbijartin lidarnekevin. Ev rewşa şer rêxsitinek xurtir ferz dike. Em ji bîr nekin ku di sala 1991'an de dema ku herema Başûrê Kurdistanê ava bû û yekemîn hilbijartin hatin lidarxsitin, wê demê jî herem di rewşa şer de bû û rastî êrîşan dihat. Loma divê her hêzêk xwe ji niha ve ji bo beşdarbûna hilbijartinan amede bike û li gorî rêbazên demokratîk yên cîhanî tevbigere.
Tecrubeya kantonên Rojava her ku diçe zêdetir cihê xwe digre. Niha sîstema leşkeriyê jî pêş dikeve. Bi hezaran ciwanên Kurd, Ereb û Suryanî tevî vê leşkeriyê dibin û cihê xwe di prosesa parastina Rojava de digerin. Desthilatdariya Kantonan her roj zêdetir xurt dibe û bi cih dibe. Her kes wê nas dike û li gorî zagonên wê tevdigere. Nabe tu hêz niha were û doza şêweyekî nû bike, da ku ji bo xwe desthilatdariyek ji jor ve hatiye ferizkirin, li ser gel pêk bîne.
Kantonên Rojava, YPG, YPJ, berxwedana Kobanê destkeftiyên mezin in. Li tevahiya Sûryeyê tecrubeyek weha serkeftî nîne. Rojava niha di asta navnetewî de tê nasîn û ji bo Sûriyeyê wek modêl tê axaftin. Ev tecrube bi sîstemeke demokratîk û dezgehkirî divê were parastin. Ji ber vê yekê, divê hin hêz dev ji siyaseta statukoparêz berdin. Rojava ne milkê bavê kesekî ye. Milkê gelê xwe ye. Tenê bi riya hilbijartinan yek dikare li wir bibe desthilatdar.
Li Sûriyeyê tu şoreş nemaye. Niha şerekî mezhebî yên navnetewî li vî welatî tê birêvebirin. Her komek çekdar girêdayî hêzek heremî an navnetewî ye. Şerek kirêkirî ye. Loma divê Rojava xwe dûrî vî şerî bike û tecrubeya xwe di warên eskerî û siyasî de hîna xurtir bike. Lê divê ev bar ne tenê li ser milê TEV-DEM'ê be. Divê ENKS û hemû hêzên siyasî yên Ereb û Suriyaniyan jî beşdarî prosesa parastin û avakirinê bibin. Divê hemû bi hev re Rojava xurtir bike û nehêlin mîna beşên din yên Sûriyeyê bibe meydana şerekî mezhebî yê kirêkirî. Bi taybet hin rêveberên ENKS yên di Hotêlên Stenbol û Dîlokê rûniştî ne û maşan ji muxalefeta Şamê ya nijadperest digrin, divê vê rastiyê qebûl bikin…