KCK’e ji bo daxuyaniya Recep Tayyîp Erdogan a digot “Sebra me nema” bersiv da û wiha got: “Eger xweranegirtin û bê sebir hebe, sebra tevahiya Kurdan nemaye.”KCK’ê der barê bûyerên li rojavayê Kurdistanê rû didin de ev daxuyanî da: “Di 1’emîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, ji aliyekî ve çeteyên bi maskeya Îslamî yên dibêjin ser bi El Qaîdeyê ne, ji aliyê din ve jî dewleta tirk dest bi kampanya êrîşan a li dijî Kurdan kirin. Êrîşa li dijî hêza herî demokratîk a Sûriyeyê Kurdan, hem dijminahiya Kurd e hem jî dijminahiya demokrasiyê ye. Ger wê li Sûriyeyê guhertineke demokratîk û rêveberiyeke demokratîk pêk were, hêza vê ya bingehîn Kurd in. Ji lewra dijminahiya li dijî Kurdan dijminahiya li şoreşê ye.”Hevserokatiya KCK’ê da zanîn ku li Sûriyeyê Kurd ji mafên xwe yên bingehîn ên neteweyî û demokratîk bêpar dijiyan û wiha bilêv kir: “Ji ber vê yekê bi dehan salan ji bo mafên xwe têdikoşiyan. Bi taybetî di nava deh salên dawî de bi sedan ji wan li zîndanan hatin girtin.
Sûriye û Tirkiye hevkarî dikirin û dijminahiya têkoşîna demokrasî û azadiya Kurdan dikirin. Lewma, dema krîza siyasî ya li Sûriyeyê rû da, yê destpêkê ket nava tevgerê gelê Kurd bû. Ji ber ku berê bi rêxistinbûn, di demeke kurt de bûn hêza bingehîn a demokrasî û şoreşa Sûriyeyê. Bêguman dema gelên li Sûriyeyê ji bo demokrasî û azadiyê ketin nava tevgerê, yê destpêkê rabû ser piyan Kurd bûn. Hêzên xwe yên parastina rewa ava kirin, dûre saziyên dewletê ji axa xwe avêtin.”KCK’ê dest nîşan kir ku Tirkiyeya ku dibêje ew piştgiriyê dide tevgerên gelên li Sûriyê, ji bo pêşî li rabûna ser piyan a Kurdan bigire, serî li her rê û rêbazê dide û wiha pê de çû: “Ji aliyekî ve hewl da yekitiya Kurdan asteng bike, ji aliyê din ve jî çeteyên bi maskeya Îslamê yên xwedî dikir, ajot ser gelê Kurd. Tirkiye dixwaze polîtîkayên xwe yên qirkirina çandî ya li dijî Kurdên li bakurê Kurdistanê dimeşîne, li hemberî hemû Kurdan birêve bibe. Ji ber vê yekê li dijî jiyana demokratîk û azad a Kurdên li Sûriyeyê derdikeve. Li gorî Tirkiye divê Kurd teqez di binê deshilatdariyê de bin. Mafê xwe yê birêvebirinê jê re neyê dayîn û mîna li Tirkiye li her deverê qirkirina çandî bê meşandin.”
Sebra Kurdan nema ye
KCK’ê da zanîn ku Tirkiye li dij e ku Kurd xwe bi rêve bibin û wiha domand: “Heta ji bo Misirê jî dibêje divê ji rêveberiya bi hilbijartinê hatiye ser desthilatdariyê hurmet bê nîşan dan, lê gava Kurd bi hilbijartinên demokratîk meclisa xwe ava dike û di nava meclisê de rêveberiya xwe ya cewherî derdixîne holê, weke gefekê dibîne. Gelo li ku derê hatiye dîtin ku pêkhatina demokrasiyê weke gefekê bê dîtin? Dema dor tê Kurdan, Tirkiye hemû pîvanên gerdûnî red dike. Tiştê ku ji mirovên din re weke maf dibîne, ji Kurdan re maf nabîne. Dijminahiyeke kûr û stratejîk a li dijî Kurdan dewam dike. AKP’ê dest ji polîtîkaya li dijî Kurdan a dema yek partî û pêvajoya piştî wê, bernedaye. Bi tenê, li hemberî têkoşîn û şiyarbûna Kurdan, ji bo gelê Kurd di bin desthilatdariyê de bihêle, behsa Kurdan dike. Vê yekê bi şêweya nû ya şerê psîkolojîk û qirkirina çandî ya li dijî Kurdan e pêk tîne.”KCK’ê diyar kir ku divê Tirkiye, dest ji vê polîtîkaya xwe berde û wiha berdewam kir: “Pêwîste Tirkiye bi hemû Kurdan re li hev bike. Ya li gorî berjewendiyên Tirkiyê jî ev e. Heta ku dest ji polîtîkaya tunekirina Kurdan a di sala 1925’an de destpê kir bernede, aramî nayê Tirkiyeyê. Lewma divê dest ji feraset û helwestên berê yên polîtîk berde. Di rewşeke ku li Tirkiye agirbest heye û polîtîkayek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tê meşandin de, ev polîtîkayên hikûmetê yên her tiştî ji bo xwe weke maf dibîne û bi kompleksa deshilatdariyê tevdigere, zerarê dide pêvajoyê. Pêwîste Tirkiye bibîne ka helwesta wê rê li ber çi vedike. Bêguman beriya herkesî Kurdê azadiyê bixwaze. Ji ber nasnameya xwe ya cuda û li gorî pîvanên demokrasiyê, ewê rêveberiya xwe ya cewherî ava bikin. Edogan dibêje “sebra me nema”, Bulent Arinç gefê dixwe û dibêje “Emê vê rewşa heyî qebûl nekin”. Di vê mijarê de çapemenî xistiye nava tevgerê. Ma ji ber gefa Tirkiye, gelê Rojava wê dest ji azadî û jiyana xwe ya demokratîk berdin? Ger rewşeke xweranegirtî û bêsebir hebe, ya rastî sebra Kurdan êdî nemaye.”
Tirkiye piştgiriyê dide çeteyan
KCK’ê anî ziman ku Tirkiye piştgiriyê dide çeteyên bi maskeya Îslamê ku tu ji wan ne ji Sûriyeyê ne û her yek ji wan ji welatî hatine, lê li dijî Kurdan dixwazin li ser axa xwe bi awayekî azad bijîn, dijminahiyê dikin. KCK’ê bi lêv kir ku Tirkiye ji cîrantiya van çeteyên El Qaîdeyê razî ye û wiha got: “Lê Kurdên ku jê re dibêje birayê min e, weke cîran qebûl nake. Ji bo tiştek neçe ji Kurdan re ambargoyê dike, lê hemû derfetan dide çeteyan. Bi helwesta xwe ya heta niha re, ketiye nava şer. Tirkiye niha bûye aliyê vî şerê li dijî Kurdan. Kurdan cihê xwe ti carî li gel helwesteke li dijî Tirkiyê negirtine, di vê rewşê de ev dijminahiya Tirkiyê nayê qebûlkirin. Kurd jî serê xwe li ber polîtîkayên li dijî Kurdan natewîne. Ji xwe Kurd li dijî polîtîkayên li hemberî Kurdan li ber xwe didin. Gelo kî dikare ji Kurdan re bêje dest ji mafên xwe bedrin? Ne tenê Kurdên li Rojava, divê hemû Kurd li dijî vê polîtîkaya Tirkiye derkevin. Em jî weke tevger destnîşan dikin ku em li dijî vê polîtîkaya Tirkiye ne û dixwazin herkes bizanibin ku em li gel Kurdên li Rojava ne. Em bang li hemû Kurdên li Bakur, Başûr, Rojhilat, Ewropa û li her deveran Cîhanê dikin ku nêrîn û baweriya wan a siyasî çi dibe bila bibe, divê li cem gelê Rojava cihê xwe bigirin û şoreşa azadiyê biparêzin.”
Şoreşa Rojava dîrokî ye
KCK’ê dest nîşan kir ku Tirkiye bi kampanyayên xwe yên rojên dawî re, dijminahiya xwe ya li hemberî Şoreşa Rojava bi awayekî zelal nîşan daye û wiha dirêjahî da peyama xwe: “Ev di cewhera xwe de, dijminahiya li maf û deskevtiyên azadiyê yên Kurdan e. Ji ber vê yekê em ji Tirkiye re dibêjin ‘Destê xwe ji ser gelê Rojava vekişîne’. Eger Tirkiye wê bi Rojava û Sûriye re eleqedar bibe, divê beriya her tiştî piştgiriyê bide Kurdan û hêzên demokrasiyê yên li herêmê. Divê gelê Rojava jî dijminatiya li herêmê ya li hemberî gelê Kurd û demokrasiyê baş bibîne. Hîn jî zîhniyeteke ku hebûn û azadiya Kurdan qebûl bike pêş neketiye. Lewma di pêvajoya têkoşîna azadî û demokrasiyê de wê tim tengasî hebin. Gelê bakurê Kurdistan, tevî ku bi dehan sal in êşên mezin dijî, bi deh hezaran şehîd û berdêlên giran jî dan li ber xwe didin, di jiyana azadî û demokrasiyê de israr dikin. Divê Rojava li hemberî her tengasiyê bi vîna jiyana azad li ber xwe bide. Şoreşa Rojava yek ji şoreşên cîhanê ya herî mezin e.”Hevserokatiya KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Wê tu hêz nikaribe vê şoreşa mezin têk bibe û di dawiyê de wê Şoreşa Rojava bi ser bikeve. Dema Şoreşa Rojava bi ser bikeve wê ne tenê Sûriye demokratîk bibe, wê pêşiya demokratîkbûna tevayî Rojhilata Navîn bê vekirin. Jixwe gelê Rojava ji niha ve bi vê zanebûn û berpirsiyartiyê bi awayekî mezin li ber xwe dide. Ev berxwedan dibe rûmeta tevayî Kurdan. Wê ev Kurd jî misoger li rûmet û namûsa xwe xwedî derkevin.”
Gelê Kurd li gel Rojava ye
Heserokatiya KCK’ê diyar kir ku Kurdên Rojava gelek caran da xuyakirin ku ew dixwazin bi Tirkiyê re di nava têkiliyê de bin û wiha bilêv kir: “Lê Tirkiye bi şantaj û gefan bersiv da van daxwazan. Bêguman gelê Rojava jî wê serê li xwe pêşberî vê netewîne. Wê vê berxwedana xwe ya pîroz a li dijî hemû êrîşkaran nîşan dide, li dijî êrîşên Tirkiye jî nîşan bide. Jin, zarok, kal, pîr, ciwan her kes wê sînga xwe bikin mertal li dijî dagirkeriya Tirkiye. Yên ku dibêjin gelê Rojava wê li dijî êrîşan bêdeng bimîne, xwe dixapînin. Eger gelê Rojava li ber xwe bide, hemû Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, wê li cem gelê Rojava be. Ji ber ku gelê Rojava namûsa Kurdan e, rûmeta Kurdan e. Wê bi hemû hêza xwe li Rojava xwedî derkeve. Şoreşa Rojava, bingeha şoreşa Sûriyê û demokratîkbûyîna Sûriye ye. Ji ber vê yekê, hemû kes û gelên di demokratîkbûyîna Sûriye de xwedî berjewendiyan e, divê li dijî êrîşan li cem gelê Rojava cih bigirin. Êrîşên çeteyên bi maskeya Îslamî û bi piştgiriya Tirkiyê ya li dijî Şoreşa Rojava, êrÎşa li hemberî demokratîkbûyîn û azadiyê ye. Divê hemû alîgirên Sûriyeyê demokratîk Ereb, komên olî Elewî, Êzidî, Suryanî, Ermenî, Durzî, Îsmaîlî her kes li cem gelê Rojava bin. Cihgirtina li gel gelê Rojava cihgirtina li gel Sûriyeya demokratîk e.
ANF/BEHDÎNAN