Her meh rêxistina alîkariyê ya Rojava erzak dişîne ji bo gel. Vê mehê jî 600 ton ard şandin Şengalê, gelê Êzîdî yê Çiyayê Şengalê spasiya xwe ji bo alîkariya Rojavayê Kurdistanê îfade kir. 

Rojavayê Kurdistanê birînên Şengaliyan derman dike. Her meh ji aliyê Rojavayê Kurdistanê re erzak ji bo gelê Şengalê tê şandin. Rexmê ku ewqas zor, zehmetî û şer jî li wir heye, li gor derfetên xwe gelê Êzîdî tenê nahêle. Vê mehê jî Rojava 600 ton ard şand. Ev alîkarî ji aliyê Şaredariya Çiyayê Şengalê ve tê belavkirin. Vê mehê jî Şaredariya Şengalê û Meclîsa Xanesorê bi hevre 12 hezar kîsik ard li xelkê belav kir.

Rojava texsîr nekiriye

Endamê Şaredariya Şengalê Ziyad Qûlo li ser belav kirina vî arî li gel got; "Em li gorî nifûsa malbatan ard belav dikin, milet jî pirr kêf xweş e ku em alîkariya wan dikin. Heger em ji xwe re nekin tu kes ji mere nake. Heya roja îro gelê me yê Rojava texsîr nekiriye û alîkarî kiriye."

Ziyad Qûlo da zanîn ku qederê 8 hezar malbatan li cem wan qeydkirî ne û wiha peyivî: "Gelek malbatên me vedigerin Şengalê. Em sê endamên şaredariyê li vir kar dikin û Meclisa Avaker a Şingalê jî alîkariya me kir, em spasiya wan jî dikin." 


 ŞENGAL