Şandeya Nûnerên Kantonên Rojava li Herêma Kurdistanê doh çû serdana Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Mîran Mihemed.
Hevserokê Nûnertiya Rojava, Dr. Cawîdan Hesen ji çapemeniyê re behsa armanca serdanê kir. Dr. Hesen got: “Ji destpêka şerê Kobanê û heta niha Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Silêmaniyê bi awayekî dilsozane alîkarî da me. Me spasnameyek diyarî Dr. Mîran Mihemed kir.”
Dr. Cawîdan Hesen got, wan Dr. Mîran Mihemed vexwendiye Rojava da ku pirsgirêkên di warê tenduristiyê de yên Rojava bi xwe bibîne.
 

Alîkariya ji bo Rojava  wê dewam bike

Paşê Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Mîran Mihemed wiha axivî: “Kurd li ku dibe bila bibe, li Silêmaniyê yan li Kobanê ji me re ferq nake. Me berê du caran alîkarî şandiye û em ê alîkariyên xwe dewam bikin.”
Mîran Mihemed got: “Her tim deriyê nexweşxaneya Şar û nexweşxaneya Lezgîn a Silêmaniyê li Kurdên Rojava vekiriye.”
Di şandeya Nûnertiya Rojava de Hevserokê Nûnertiya Kantonên Rojava, Dr. Cawîdan Hesen û Nûnera Kongreya Star li Başûr Cîhan Xelîl hebûn. 


RÊZAN MIHEMED  / ROJNEWS / SILÊMANÎ