Komên çete yên girêdayî muxalefeta nijadperest a Şamê (Itîlaf) êrîşên xwe yên hovane li dijî welatiyên Kurd li taxa Şêx Meqsûd dewam dikin. Ev komên çete bi fermana AKPê hewl didin hejmareke mezin ji sivîlên Kurd bikujin û Kurdan bi tevahî ji Helebê derxin. Pîlana dewleta Tirk ew e ku hemû nuqteyên lawaz yên Rojava bi riya çeteyên xwe, çi DAIŞ û çi jî komên din ên mîna Ehrar El Şam, Yekîneya Sultan Murad û Cebha El Nûsra be, têk bibe. AKP rola çeteyên xwe di siberoja Sûriyeye de bi riya êrişa bi ser Kurdan û hêza wan a eskerî xurt û berz dike. Hewl dide kartên nû di hevdîtinên Cenevreyê yên bi rejîma Beşar Esed re bi dest bixe. 

Muxalefeta nijadperest a Şamê (Îtîlaf) bi alîkariya AKP´ê û li ser talîmatên wê, şerekî giştî di warên siyasî, eskerî û çandî de li dijî gelê Kurd û federaliya Rojava îlan kiriye. Di warê siyasî de hewl dide nûnerên Rojava ji pêvajoya çareseriya siyasî ya ku li Cenevreyê li dar dikeve, bê par bihêle. Di vî warî de (Îtîlaf) alîkariyê ji PDK´ê werdigre. Jixwe beriya demekê, Riyad Hîcab serokê Îtîlafê çûbû serdana Hewlerê û hevdîtin bi serokê PDK´ê Mesûd Berzanî re pêk anîbû. Li gorî hin agahiyan, wî ji Berzanî xwestiye ku qebûl neke ku PYD û federaliya Rojava beşdarî Cenevreyê bibin û îdîayên ku ENKS "bi tena xwe nûneratiya Kurdan dike" dubare bike. Li gorî van agahiyan, Rûsya û DYE dê nêzîk pêşinyaz bikin ku Kurd di hevdîtinên bê yên Cenevreyê de weke nûneratiyekê ku ji federaliya Rojava, PYD û ENKS´ê pêk tê, beşdar bibin. Serdana Hîcab ji bo rêlibergirtina beşdarbûna Kurdan wek yek şandê bû. Wî ji Berzanî xwest ku ew rê li ber vê yekê bigre û ENKS mîna berê, wek amûrê têkbirina maf û hebûna Kurdên Rojava derxe pêş. 

Jixwe di warê eskerî de (Îtîlaf) eşkere destekê dide komên çete yên êrişî Şêx Meqsûd dikin û wan mîna "artêşa azad" ya ku qaşo baskê wê yê eskerî ye, nas dike. Her roj Îtîlaf daxuyaniyan belav dike û van çeteyan mîna "şoreşger" ku li dijî rejîma Esed şer dikin, nîşan dide. Di van daxuyaniyan de bikaranîna çekên kîmyewî li dijî sivîlan bi temamî tê û hat înkarkirin, û hêzên YPG jî mîna "hevkarên Esed" hatin diyarkirin. Di dema dawî de û piştî êrişa çeteyan a bi çekên kîmyewî eşkere bû ku li ser şîreta Îtîlafê, serkêşiya van çeteyan daxuyaniyek belav kir û tê de îdîa kir ku ev êriş ji aliyê hin kesan ve bi "înîsîyatîfeke şexsî û cihî" hatiye kirin!

Di warê çandî û çapemeniyê de, rêxistina muxalefeta nijadperest û terorîst ya bi navê Îtîlafê konsepteke berfireh ya reşkirinê li dijî Rojava, PYD, YPG û QSD daye destpêkirin. Bi riya alavên ragihandinê yên mîna Orient TV û hin malper û rojnameyan, ev Îtîlaf hewl dide Rojava têk bibe. Bi riya belavkirina derewên mîna "PYD hevalê rejîmê ye" yan "Kurd komkujiyan li dijî "reban pêk tînin", yan jî "Kurd dixwazin Sûriyeye parçe bikin" hewl tê dayîn ku beşên din ên gelê Sûriyeye û komên çekdar li dijî Rojava werin sorkirin. Jixwe ENKS jî beşekî diyar yê vê konsepta şerê taybet e. Çend kesên di nava ENKS´ê de mîna Fûad Elîko, Ibrahîm Biro û Abdulhakîm Beşar bi dijwarî êrişî fedraliyê, PYD û YPG´ê dikin. Çavkaniya hemû derew û îftîrayên ku ev Îtîlaf li dijî tecrûbeya Rojava belav dike, ENKS û endamên serkêşiya wê ne, yên ku ixbariyê li dijî gelê Kurd dikin. Ji bo wergirtina rutbeyeke sexte û qezenckirina çend pûlan, ev ajan mezintrîn zirarê dighînin xwîn û xwîdana gelê Rojava. 

Ji bilî ENKS´ê, hin kesayetiyên din yên mîna "rewşenbîr" û qaşo rêveberên "komeleyên mafên mirovan" hene ku cihê xwe di vê konsepta şerê qirêj li dijî Rojava de digrin. Ev kes êrişên çeteyan li dijî Şêx Meqsûd rewa dikin û hewl didin bi êrîşa li dijî PYD û Fedraliyê rojevê biguherînin. Her dema ku QSD serketineke eskerî bi dest dixe an jî êrîşeke xedar li dijî sivîlên Kurd ji aliyên çeteyên muxalefeta nijadperest pêk tê, ev komikê Kurd dest bi guhertina rojevê û êrişkirina ser tecrûbeya Rojava dikin. 

Konsepta şerê giştî ji odeya şerê taybet a AKPê derdikeve. Ev Îtîlaf di warê siyasî û eskerî de rêveberiya wê dike. PDK jî alîkariya AKPê ya vî şerî dike. PDK bi riya ENKS û hin kesan hewl dide tecrûbeya Rojava di nava Kurdan û "Ereban de pûç, bê wate û reş bike. PDK û ragihandina xwe dema ku bi Kurdî weşanê dikin, dibêjin "ev tecrûbe ne netewî ye û qedir zêde dide Ereban" û dema bi Erebî weşanê dikin dibêje, "ev tecrûbe cûdaxwaz e û biratiya Ereb û Kurdan dixe metirsiyê". Ev konsept ji çend salan û vir ve dimeşe û bi milyonan dolar wek mesref ji bo serketina wê tên xerckirin. 

Federaliya Rojava di pêvajoya avakirin û parastinê de ye. Beşdarbûna pêkhateya Ereb her roj xurtir dibe û ciwanên ereb tenê YPG û saziyên din yên rêxistinkirinê ji xwe re wek şens dibînin. Lê di warê ragihandinê de kêmasiyên mezin hene. Ew jî cihê nîqaşek din e…