Van rojan daxuyanî ji aliyê hin berpirsên muxalefeta Şamê ya bi navê Îtîlafê derdikevin, ku binketin û îflasa vê muxalefetê dibêjin. Hemû daxuyanî gazin û lomeyan ji rêvebiriya Emerîkayê dikin. Ew dibêjin Emerîka destek neda vê muxalefetê û doseya Sûriyeye radestî Rûsya û Îranê kir. Ev gotin ji iflasa vê muxalefetê tê. Ji destpêka bûyerên li Sûriyeyê û heta niha vê muxalefetê xwe firot dewleta Tirk û rejîmên Erebistana Suûdiyê û Qeterê. Li gorî siyaset û xwestekên van aliyan tevgeriya. Çek û pere wergirtin û weke hêzeke kirêkirî wezîfe da pêşiya xwe. Têkilî bi komên çete re ava kir û ev kom wek "basikê eskerî yê şoreşa Sûriyeye" bi nav kir.
Muxalefeta bi navê Îtîlafê li dijî Gelê Kurd li Rojava dijminayetiyeke mezin meşand. Eşkere destek da çeteyan û kiriyarên wan li dijî Kurdan rewa kirin. Komkujiyên komên çete li dijî gelê Rojava nuximandin û li dijî YPG´ê hemû cûreyên derew û bêbextiyan belav kirin. Di amûrên xwe yên ragihandinê de kampanya reşkirinê li dijî Rojava meşandin. Heta li dijî berxwedana Bakur xwedî helwesteke çetewerî û dijminane bûn. Jixwe heta vê kêlîkê çeteyên ku Îtîlaf wan wek baskê xwe yê eskerî dibîne, êrişî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dikin. Ev ji bilî fesadiya ku li dijî Rojava li derve kirin û hewl dan li cem dewletan û rêxistinên mafên mirovan tecrûbeya Rojava reş bikin. Di vê kampanyayê de ENKS jî bi roleke çetewerî ya tarî rabû.
Niha piştî ku ev Îtîlaf li iflasê ket îca behsa "xedira" Emerîkayê dike. Ew dibêje, eger Emerîka wek çawa ku destekê dide Rojava û hêzên QSD´ê destek dabûya "artêşa azad" (bi gotinek din: komên çete!) dawiya şoreşa Sûriyeyê wê ne weha bûya! Piştî ku Erdogan ji ser darê hat xwarê û hustiyê xwe li himberî Rûsya û Îsraîlê tewand û behsa mayina Esed dike, hin alî ji vê Îtîlafê niha karê dema derbasbûyî û rola çetewerî li ber çavan dibin û hewl didin têkilyan bi rêveberiya federaliya Rojava-Bakurê Sûriyeyê re ava bikin.
Wek siyaset çi qasî tu hejmara dijminê xwe kêm bikî, baş e. Her weha eger neyarê doza gelê te ji dijminayetiya xwe vegere û lêborînê bixwaze, divê tu derfetek nû bidî. Ev yek hemû tê fahmkirinê. Lê di rewşa Îtîlafê de dibe ku zanîna siyasetê hinekî xwe biguherîne. Ev forma xwefiroş û kirêkirî ya bi navê Îtîlafê yek ji sedemên wê yekê ye ku welatekî mîna Sûriyeyê wêran bû û bi sedhezaran mirov hatin kuştin. Her weha vê hêzê gelek texrîbat li Rojava kirin. Wek amûrekî şerê qirêj ê dewlerta Tirk û komên çete li dijî Kurdan xebitî. Loma eger rojek were, ev hêz xwe bavêje bextê Kurdan û rêvebirya Rojava, divê hesab were pirsîn û çend kesên ajan û qatil ên destê wan di xwîna Kurdan de werin darizandin.
Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyeye û hêza QSD´ê bûne hêviya gelê Sûriyeyê. Ew bûne hêza muxateb a sereke ji bo cîhana azad li dijî teror û tariyê. Dewleta tirk û dûvikên xwe li îflasê ketin û li himberî hemû cîhanê teşhîr bûn. Bi azadkirina Minbicê û meşa ber bi Efrînê re, êdî Rojava bi gewde dibe. Bi sertewandina Erdogan li hemberî wan kesên/welatên ku ewqas sal şerê wan dikir, dawiya qonaxa "lehengiya sexte" hat. Dibe ku ew bi rejîma Esed re li hev were û serê çeteyên Îtîlafê teslîmî wî bike.
Rojava cihê şoreşger û azadîxwazan e. Heremek e ku namûs û jiyana bi sedhezaran welatiyên Sûriyeye diparêze. Her kesê sûriyeyî ku dest ji xwefiroşiyê berde û lêborîna xwe ji gel bixwaze û soza xebateke bi rûmet bide, cihê wî dê li vê herema pîroz hebe…