Li dijî gefxwarinên dagirkeriya dewleta Tirk, li nêzî sînorê Tirkiyê li Kobanê çalakiya konvedanê di roja 19`an de dewam dike; çalakger xwe ji ber serma û barana zêde nadin alî û êrişkariya dewleta Tirk şermezar dikin. Çalakiya mertalên zindî ya li Serêkaniyê jî di rja xwe ya 17´an de wam dike. Doh ji Qamişlo endamên meclîsa tevlî çalakiyê bûn û wan peyama heta serketinê berxwedan da.   û tevî barîna baranê, bi sedan şêniyên Sûriyê ji herêmên cuda berê xwe da konê çalakiyê yê li bajarê Kobanê hatiye vedan û gefên Tirkiyê şermezar kirin.

Tevî gefên dewleta Tirk ên êrişkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nêzî deh hezaran ji şêniyên Sûriyê beriya çend hefteyan li bajarê Kobanê dest bi meşeke mezin kir û gefên Tirkiyeyê şermezar kirin. Paşê jî çalakiya konvedanê li ser sînor ji Kobanê heta bajarê Dêrikê li dar xistin.

Li hember eskerê dijmin hezar

Li gundê Qeremox ê rojhilatê bajarê Kobanê 10 rojan bi hezaran ji gund û bajarokên cuda ên Kobanê berê xwe da konê çalakiyê û li wî gundî li nêzî yek ji mezintirîn cihên eskeriyê yên Tirkiyê berxwedana xwe nîşan da.

Roja şemiyê konê çalakiyê anîn yek ji taxên nêzî sînorê Tirkiyê yên Kobanê, li pêş çavên eskerên Tirkiyê bi sedan gelê Sûriyê ji Ereb û Kurdan beşdarî çalakiya konî dibin.

Çalakvan bi roj, bi nîqaşên li ser bûyerên siyasî li meydana Sûriyê û herêmê nirxandinên xwe dikin, her wiha her roj komeke muzîkê stranan pêşkêşî çalakvanan dike.

Rêveberî û aliyên siyasî jî beşdar in

Doh êvarê jî saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wekî din partiyên siyasî li kantonê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Partiya Yekitiya Demoratîk (PYD), Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PDKS) û Partiya Yekitî amade bûn.

Her roj jî  êvaran semînerên li ser têgeha berxwedan, parastina cewherî û girîngiya hevgirtina gelan li dijî hemû xeterên li ser yekbûna xaka Sûriyê, tên dayîn.

Mertalên zindî û biryardar

Meclisên kantona Qamişlo bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, beşdarî çalakiya konvedanê ya mertalên zindî ya herêma Serêkaniyê ya li ser sînor bûn. Çalakiya mertalên zindî 17 roj li pey xwe hiştin.

Bi dehan endamên meclisên Qamişlo doh çûn serdana konî û nerazîbûna xwe li dijî gefên Tirkiyê anîn ziman. Li ser navê rêveberiya Meclisa Qamişlo, Perwîn Yûsif axivî, gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got dewleta Tirk a dagirker bi gefên xwe biratiya gelan û yekitiya xaka Sûriyê dike hedef.

Perwîn Yûsif diyar kir ku ew dagirkeriya Tirkiyeyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ti carî qebûl nakin û ew ê heta dawiyê li dijî gefan li ber xwe bidin, çalakiya wan a li ser sînor girêdanên wan bi axa wan ve diyar dike.

Li ser navê meclisa Taxa Xerbî ya Qamişlo jî Seyfedîn Hisên teqez kir ku ew gefên Tirkiyeyê qebûl nakin û biryara wan li hember wan gefan berxwedan e.

 

KOBANÊ / SERÊKANIYÊ